Ez bi Kurdbûna xwe serbilindim!

Ez bi Kurdbûna xwe serbilindim!

Rojava News: Mariam Rod  modeleke Kurd e û bi eslê xwe ji Rojhilata Kurdistaneye , li Dubaî dijî û hemwelatiya Awustralyayê ye.

Modela Kurd Mariam Rod ji bo kreasyoneke bihar û havînê, di vê mehê de ew ê here Awusturalyayê.

Mariam Rod ji ber ku di medyaya erebî de wekî Îranî tê nîşandan, pir hers bû.

Rod di derbarê vê mijarê de dibêje: “Ez Kurd im û ji Rojhilata Kurdistanê me. Ez bi Kurdîtiya xwe şanaz im. Min ev yek gelek caran bi awayekî eşkere aniyê ziman.”

Mariam Rod beriya niha jî diyar kiribû ku ew dixwaze li paytexta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê navendeke modayê veke.