Xortê Hindistanê bi tazî beşdarî ezmûnên Artêşê kirin!

Xortê Hindistanê bi tazî beşdarî ezmûnên Artêşê kirin!

Rojava News: Li eyaleta Bîhar a Hindistanê fermandeyekî artêşa wî welatî hemû serbazên ku bo beşdarbûna di ezmûna leşkerî de serlêdan kiribûn, neçar kirin, ku xwe tazî bikin.

Medyayên Hindistanê ragihandin, Fermandeyekî Artêşa Hindistanê li eyaleta Bîhar a Hindistanê biryar da, ku hemû leşkerên di fakultea leşkerî de ku beşdarî di ezmûnan de dikin, tazî bibin û cilên li ber xwe derxînin.

Li gor agahiyên ku hatine belavkirin, ew karê wî fermandeyê Hindî bo rêgirtin li encamdana saxtekariyan di ezmûnên leşkerî de ji aliyê serbazan ve bûye. Ji ber ku di ezmûnê berê yê artêşê de malbatê xorta jî sextekarî kirine û bersîvê sevalan bi reyên nehînî gihandine zarokê xwe.

Ew yek di demekê de ye, ku sala borî di ezmûnên akademiya polîs li eyaleya Bîhar, 2 hezar kes li ser encamdana saxtekariyan di ezmûnan de hatin girtin û ji hêzên polîs hatin dûrxistin.

10:36:16