Stêrkeke ku di atmosfera wê de oksîjen he ye hate kifşkirin!

Stêrkeke ku di atmosfera wê de oksîjen he ye hate kifşkirin!

Rojava News: Astronoman stêrkek kifş kirin. Di atmosfera vê stêrkê de oksîjen he ye. Hate destnîşankirin ku ev stêrk di ewreya dawî ya jiyanê de ye û kutleya wê pir sift e. Ev jî hêza wê ya kişandinê zêde dike.

Hate destnîşankirin ku gazên mîna Helyum û Hîdrojenê ji rûyê stêrkên ku hêza wan a kişandinê xurt in direvin û Oksîjen jî li ser rûyê van stêrkan dimînin.

Encamên vê kifşê di kovara bi navê Science de hatin weşandin. Zana dibêjin ku ev kifş dê alîkariya fêhmkirina çawaniya vemiriyana vê stêrkê bike.

Stêrka ku bi navê “Dox” tê binavkirin û ji dinyayê piçekî mezintir e. Stêrka ku ji rojê piçûktir e ji nîvê rojê mezintir e.