Wêneyê jineke reşik datînin ser dolarê DYAyê

Wêneyê jineke reşik datînin ser dolarê DYAyê

 

13:19:10

 

Rojava News: Hikûmeta DYAyê biryar da ku banknotên 5, 10 û 20 dolarî bi mijara mafê jinan û demokrasiyê ji nû va dîzayn bike.

Cara yekê ye ku wêneyê jineke reşik li ser banknotên dolarê DYAyê bê çapkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Xezîneyê, li ser berê pêşê banknota 20 dolarî wê portreya welatiya Amerîkayê, Harriet Tubmana dijî koletiyê ya bi esil efrîqî, bê çapkirin. Wê li ser berê paşê vî banknotî portreyê 7emîn serokê DYAyê Andrew Jackson û Qesra Sipî bê çapkirin.

Banknotê 10 dolarî ku wêneyê yekem Wezîrê Xezîneyê yê DYAyê Alexander Hamilton li ser berê wê yî pêş e, berê wê yî paş jî wê bi sembola meşa sala 1913an ya bi mebesta dana mafê dengdanê ji bo jinan, bê dîzaynkirin.

Ji bo banknotê 5 dolarî jî wê bûyerên ji bo demokrasiya Amerîkayê girîng bên dîzaynkirin. Tê çaverêkirin ku navên weke Marian Anderson, Eleanor Roosevelt û Martin Luther King tê da cih bigirin.