Şaciwana Kurd diçe Hollywoodê

Şaciwana Kurd diçe Hollywoodê

23:43:56

 

Rojava News: Şebnem Baranî biryar daye ku teklîfa ji bo filmekî Hollywoodê hatiye qebul bike û biçe Amerikayê.

Baranî Kurd wiha got: “Ezê ji bo ku di fîlmeke Hollywoodê de bilehîzim herim Amerîkayê.

Baranî diyar kir ku ew dixwaze fîlmeke Kurdî de jî rolê bistîne û wiha domand:

“Ji 10î zêdetir proje bo min hatine pêşniyarkirin. Lê dile min bi wan projeyan razî nebû. Ji ber vê yekê, êzê vê cara xwe li Hollywoodê biceribînim.”

Şaciwana Kurd Şebnem Baranî li Norweçê dijî û ji aliyê çend malperên Kurdî, Erebî û Farsî ve weke “Şaciwana Instagramê” hatiye hilbijartin.