Misir: gora şahjina fîravun hat dîtin

Misir: gora şahjina fîravun hat dîtin

Rojava News: Wezareta şunwarên dîrokî li Misrê, ragehand; gora yek ji mezine şahjinên fîravunê, bi navê “Xêntkawsa sêyê” li rojavayê “Qahîre” hate dîtin.

Di beyanekê da, wezareta şunwarên dîrokî li Misrê, dîyar kirîye; di berdewamîya karên xwe da, gora sêyem şahjina fîravunê bi navê “Xêntkawsa siyê” li başûrê rojavayê “Qahîre” ya paytextê Misrê dîtine.

Şahjina fîravun “Xêntkawsa siyê” di navbera salên “du hezar û sê sed û çil û pêncê” heta sala “du hezar û çar sed û heştê û nehê” pêş zayînê, jîya ye.