13:14:49
Rojava News: Keştîyek li beravên welatê Kuba hat dîtin û piştî dûvçûnan dîyar bû; keştî berî 90 salan di sêgoşeya bermuda da hûnda bibû.
Li gorî berpirsekê serbazî yê Kubayê, tîmên wan li şazdeyê Gulana borî, keştîyeka nenasyar li nêzîkî bingehekê serbazî yê deryayî yê welatê xwe dîtîye, wan çendîn hewl kirin ku bi peywendîyê bi tîma karî ya keştîyê bikin û ji sînorê xwe dûr bikin, lê hewlê wan serkeftî nebûn û piştî wan belem bo rêgirtina wê hinartin, dîyar bû, keştî ya berî 90 salan bû.
Aşkera jî kir; temenê keştîyê ji sed salan zêdetire û demê tîmên şarezayên wan çûne di nava wê da, bireka zêr û diravên wî serdemî têda dîtine û pêşbînî tê kirin, keştîya bi nave SS Cotopaxi 16 gulana 1925an de li nêzîkî bermoda hinda bibû.
