Çalekvana Hindistanî piştî 16 salan mangirtina xwarinê şikand!

Çalekvana Hindistanî piştî 16 salan mangirtina xwarinê şikand!

12:46:17

 

Rojava News: Çalakvana Hindistanê, Îrom Şarmêla piştî 16 salên mangirtinê dest bi xwarinê kir, berî dû rojan 9ê tirmehê mangirtin şikand û ragîhand; li hilbijartinên bê ew dê xwe berbijar bike.

Îrom Şarmêla xelka herêma Manîbor ya bakurê Hindistanê ye, li sala 2000ê ji ber qanûnekê ku rê di da hêzên emnahîyê pişkinîna malan û teqê bikin, mangirtin ji xwarinê destpêkir û ji wî demî, nuşdaran bi zorê bi rêya amîran li nexweşxanê xwarin di dayê.

Li gorî ajansa Ruyterz, bi egerê wê qanûnê 10 kes li sala 2000ê li nêzîkî mala wê çalakvanê hatibûne kuştin.

Doh jî mangirtin şikand û ji serok wezîrên Hindistanê xwest, wê qanûnê hilweşîne, herwesa biryar da li hilbijartinên bê xwe berbijar bike û êdî di warê sîyasetê berdewamîyê bide bergirîyê ji mafên welatîyên herêma Manîbor.