Fransayê 'Pokemon Go' qedexe kir!

Fransayê 'Pokemon Go' qedexe kir!

22:27:25

 

Rojava News: Li gundê Ain ya nêzîkî bajarê Lyon a Fransayê lîstika 'Pokemon Go' yê bi biryara şaredariyê hate qedexekirin.

Şaredariya Bressolles bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku wan  li gundê Ainê,  lîstika Pokemon Goyê qedexe kiriye û derbarê qedexeyê de jî şîrketa Pokemonê jî agahdar kiriye.

Şaredariyê diyar kir wan bi hinceta ku bala gel û ajovanan belav dike qedexeyek wiha ragihandine û vê yekê ji şîrketê re jî eşkere kirine.

Şaredariyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dibe ku ew hin lîstîkên din ku zerarê dide ciwanan qedexe bikin.

Berî niha bi sedemen nehîniyên welat, Îran jî Pokemon go qedexekiri bu.