Hollanda dê bikaranîna wesayetên bi benzîn qedexe bike!

Hollanda dê bikaranîna wesayetên bi benzîn qedexe bike!

11:04:03

 

Rojava News: Hikumeta Hollandayê, plan dike ku di nava 10 salan de qedexeyê deyne ser wesayetên bi benzîn.

Fikra qedexeya bikaranîna wesayetên bi benzîn, pêşî ji aliyê Partiya Karkeran ve hate pêşkêşkirin.

Pêşnûma ji aliyê baskê jêrîn ya Parlementoya Hollandayê ve hate pejirandin, lê bo ku pêşnûma têkeve meriyetê divê ji aliyê Senatoyê ve jî bê pejirandin.

Ji Partiya Karkeran Jan Vos diyar kir ku bo ekolojiya cîhanê derbarê bikar anîna sotemeniyên fosîl, hin biryarên nû bê dayîn û wiha pê de çû: 'Divê teknolojiya wesayetên bi ceyran bê pêşxistin. Bawerim ev yek dê di nava 10 salan de pêk bê.'