Zilamê di cîhanê de yê herî temen dirêj: Dixwazê bemire!

Zilamê di cîhanê de yê herî temen dirêj: Dixwazê bemire!

13:42:32

 

Rojava News: Mirovê herî temen dirêj li Endonezya yê hate dîtin. Li gor belgeyên ku berdesin zilamê bi navê Mbah Gotho, sala 1870 ji dayîk buye yanî 145 saliye.

Zilamê herî temen dirêj yê Cîhanê Gotho ku di sala 1992 yan de xwe ji bo mirinê hazir dike, ji wê demêde cihek ji tirba xwe re kiriye.

Ev sê mehên dawiye ku rewşa tendurustiya Gotho ber bi nebaşiyê ve dice, ne dikare hemam bike, ne jî dikare xwerin bixwe; ji ber wê jî neçare ji derdor alîkarî bixwaze.

Li gor nûçeya rojameya Independent ya Birîtanya yê Gotho yê ku 10 birayên xwe, 4 jinên xwe û zarokekî xwe sipartiye axê, dibêje‘’tenê xasteka min mirine’’

Gotho ku êdî çavên wî temaşe kirina televizyonê tehemil nake û rojên xwe bi radio gohdar kirinê re debas dike, di bersiva xwe ya sedemê temen dirêjiya te çiye? de dibêje, jiyan kirina temenekî dirêj bi sebir bune.

Rayedarên Endonezya yî belgeyên Gotho yê ji dayîk buna wiya 31ê kanuna sala 1870 yan piştrast dikin.

Di vê rewşê de mirovê herî temen dirêj yê ku hatî tomar kirin’’ yê binavê Independent ku 122 saliyê de vefat kiribû, tê bendewar kirin ku wê Gotho nasnavê wî helgire.

Ji bo ku Gotho bikaribe bikeve pirtûkên rekoran dive ji aliyê rayedarên serbixwe ve belgeyên wî werne piştrast kirin.

Berî naha kesekî Nîjerya yî ku gotibu 171 saliye û kesekî Etiyopya yî jî gotibu ku 163 saliye, lê angaşt û îdîayên wan nehatibun piştrast kirin.