Li gor zanista nehêniyên bîr û fêrbûnê yê pitikan xewa dirêj e

Li gor zanista nehêniyên bîr û fêrbûnê yê pitikan xewa dirêj e

Rojava News: Li ser 216 pitik ê ku herî mezin 12 heyvî bû lekolînek hatiye pêşxistin, li gor encamê lêkolînê hat dîtin, zaroka kêm xew, hinek helwest û tevgerê berî xewê jibîr dike.

Tîmek ji Zaningeha Sheffield ya Brîtanî  encamê lekolînekê weşand ku têdê liser peyvendiya xew û fêrbûnê disekini.

Li gor wê raportê beriya xewê xwendina pirtûkan ji bo bîr a mirov gelek ciyekî girîng digrê.

Xew a demê pitikbûnê ji bo  fêrbun û bîr e ji hemû dema bêtir bi sûde. Ji ber ku dema pitikbûnê dema  xewa herî dirêje.

 

Fêrbe, bixewe, dûbare bike

 

Li gor lêkolînê  vekolîneran, pitikê  6 ta 12 heyvî  berî  xewê  fêrî 3 tişta kirin, piştrejî bi dore  hinek di dema wê de xwandin, yê din jî ya bi derengî razandin an jî bê ku têr xew bin şiyarkirin.

Roja din pitikê têr xew tiştê ku ji wa re hatibû nîşandan karibûn dûbare bikin, lê yê kêm xew  û bêxew bêtirî xwe jibîrkiribûn.

Dr. Jane Herbert profesorê Psikolojî yê zanîngeha sheffieldê di derbarê vekolînê de got; Ji bo zarok û pitika berî xewê pirtûk xwendin dibê sedema sûde ke mezin.