12:18:48
Rojava News: Li Welatê Nepalê ji ber ku bijangê wê dişibin yê çêlekê û denge wê dişbe yê 0rdekê weke xwedawend hate ragihandin.
Li gor adetê Hînduyan; zaroka ku wek xwedawend an jî xwedê bê ragihandin ji dervayî rewşê teybet nekarî ji mala xwe derkevî derve, û herweha keçika 7 salî nekarî pê yê xwe deynê erde jî.. Bi wê sedemê dayika keçika 7 salî îş û kare xwe bi cîh helan û li mal li gel keça xwe rûniştine.
Serokwezîrê Nepalê Pushpa Kamal Dahal jî di cejna baranê ya Hînduyan de li gel hemû xelkê li ber keçika 7 salî ya bi navê xwedewenda Yunika xwe di tewênî û silav dikî.
Yunikaya 7 salî ji aliye damûdezgehê dewletê, Rahîbê keyanî ve li gor adetê Hînduyan yê kevn, weke simbola Xwedewend Durga ya li ser erde hate îlankirin. Keçika 7 salî dema bighê û ji zarokatî derkevê wê weke mirovekî normal jiyana xwe bidomînî.
Bavê Yunîka, Ramesh Bajracharya ji vê rewşê gelek xweşhale ji ber ku di nava civakê de statuya wan bilind buye.
Li Napalê li gor pîvanê Hinduyan; Eger zarokek xwedî bijangê weke çêlekê bin, xwedî kemaxê weke gakovî bin û xwedî denge ordekê bin li erde wek simbola xwedawenda Durga tene îlankirin.


