Serokê Facebookê 3 milyar dolar bo çareserkirina nexweşîyan terxan dike

Serokê Facebookê 3 milyar dolar bo çareserkirina nexweşîyan terxan dike

01:14:27

 

Rojava News: Mark Zuckerberg  serokê kompanîya Facebook û hevjîna wî Priscilla Chan; ragehandin; ew dê sê milyar dolaran ji bo merema ji navbirina nexweşîyan û dîtina çareserîyan bo nexweşîyên bê çareserî terxan bikin.

Ev 3 milyar dolar wê di deh salên bê de ji bo lêkolînên astê bilind bê bikaranîn.

Mark Zuckerberg got: ev biryara; wan ji nişkekê ve nebuye, belku bo demê du salane dûvçûnan dikin, di şîyan daye rê li hemû nexweşîyan bê girtin, wek destpêk dê şeşsed milyon dolar bo bingehekê nû yê lêkolînan li San Fransîsko li Amerîka bêne mezaxtin, lêkolerên nuşdarî û endazyar dê ; di çendîn projeyan da; kar bikin ku dibe bi dehan salan vekêşin.