Kelha Wanê listeya mîrateteyên Cîhanê!

Kelha Wanê listeya mîrateteyên Cîhanê!

 

Rojava News: Saziya navdewletî UNESCO, piştî xebateke berfireh Kelha Wanê ya ji şaristaniya Urartuyan maye, hilda listeya mîrateteyên Cîhanê ya demborî.

Li Bakurê Kurdistanê piştî Sûra Amedê û Girava Extermanê,ev berhema 6an e ku UNESCOyê li listeya xwe zêde kiriye, her wisa ev hewldanên UNESCOyê ji aliyê dîroknasêv Kurd ve bi kêfxweşî hate pêşwazî kirin.

Her çend ev lîsteya demborî be jî,ev ji bo nasandina bajarê Wanê û şûnwarên Bakurê Kurdistanê pêşgaveke girîng tê nirxandin.

Arkeolog Murat Şen dibêje ku ev gava UNESCOyê mizgîniyeke mezin e ji bo Bakurê Kurdistanê û her wisa ev yadîgarê bav û kalan dê êdî baştir were parastin.

Dîroknas û lêkolîner Xalid Sadînî jî dibêje ku Komara Tirkiyeyê nemaze şûnwaren Kurdistanê ji nasandina  cîhanê re girtibû ji ber ku ev mîrateyên Kurdan bûn.

Xalid Sadînî got, “Komara Tirkiyeyê ji ber ku regeztperest bû, tişta ku navê Kurd û Kurdistanê û Kuredewariyê li ser bû, xwest ji holê rake. Ji ber wê hinde ti giringî neda cihên wek Kelha Wanê, Kelha Xoşabê. Heke UNESCO vê tiştê bike, dibe Kelha Xoşabê û cihê dine jî bigire nava lîsteya xwe.”

Kelha Wanê şûnwareke qedîm e ku 5 km ji navenda bajarê Wanê dûr e. Ev berhem bi dirêjiya xwe 1800 merte û bi firehiya xwe 120 metre ye û di dewra melîk Sardûrê Ûrartûyî de, Beriya Mîladê  di salên 840 û di 825an de hatiye çêkirin. Her wisa navenda rêvebiriya şaristaniya Ûrartûyan bû ku wê demê ji bajarê Wanê re dihate gotin Tûşba.