Samsungê çêkirina telefona Galaxy Note 7 da sekinandin

Samsungê çêkirina telefona Galaxy Note 7 da sekinandin

13:07:28

 

Rojava News: Şîrketa Samsung biryar da çêkirin telefona “Galaxy Note 7” bide sekinandin.

Şîrketa navdar a Samsungê havîna îsal nûtirîn berhema xwe ya telefonan bi navê “Galaxy Note 7” derbasî bazarê kir.

Lê piştî demek kurt derket holê ku neqsek ciddî di wê telefonê de heye. Neqsa wê telefonê ew e ku dema batriya wê tê şarjkirin, diteqe û agir bi telefonê dikeve.

Ji ber vê yekê, Samsungê bi milyonan telefonên “Galaxy Note 7” ji bazarê vekişand û îro jî biryar da çêkirina wan telefonan bide sekinandin.

Telefona “Galaxy Note 7” li Amerîka bi 800 dolaran û li Ewropa jî bi 820 euroyan dihat firotin.