Facebook, Twitter û Youtube li dijî terorê platformek ava kirin

Facebook, Twitter û Youtube li dijî terorê platformek ava kirin

 

Rojava News: Facebook, Twitter û Youtube ji bo li seranserê Cîhanê têkoşîna terorê bikin platformeke hevpar ava kirin.

Di bloga Facebookê ya "Newsroom" de hat ragihandin ku dê her sê platformên medya sosyal wek yek platforma dijî terora cîhanî tevbigerin.

Facebook, Twitter û Youtube ku gelek caran di bin tohmeta rêvekirina terorîstan de dimînin biryar dan pêşiya vê yekê bigirin.

Dê her sê platform tevî alîkariya Microsoftê wêne û vîdyoyên ku ji ber propagandaya terorê hatine jêbirin ‘şûna tiliyan' a dijîtal li wan zêde bikin û di bankeya daneyan de bar bikin.

Li gor pisporên medya civakî dê ev naverokên diyarkirî êdî werin lêkolînkirin û ji bo bi tevahî ji ser înternetê werin dûrxistin dê ev sîstema nû bibe pêngaveke mezin.