Ji mirovên zanist ên rûsî pergaleke nû ya parzunkirina avê

Ji mirovên zanist ên rûsî pergaleke nû ya parzunkirina avê

11:54:52

 

Rojava News: Mirovên zanist ên Zanîngeha Tomsk Polîteknîk a Rûsyayê, pergaleke nû ya bi navê İmpulsa parzunkirina avê îcat kirin.

Mirovên zanist ên Zanîngeha Tomsk Polîteknîk a Rûsyayê, pergaleke nû ya bi navê İmpulsa parzunkirina avê îcat kirin. Pergala parzunkirinê hemû avê vedigerînin ava paqij.

Di vê dema ku bi bandora germbûna kûrewî qeşa her diçe dihele de, ava vexwarina paqij jî dibe pirsgirêk û pêwistiya wê zêdetir dibe.

Ji niha ve lig elek welatên Efrîqeya Navîn, Efrîqeya Bakur û li Amerîkeya Bakur peydekirina ava paqij bûye pirsgirêk. Mirovên zanist ên rûsî li hemberî vê pirsgirêka cihanê ku her diçe mezin dibe gavek avêtin.

Mirovên zanist ên Zanîngeha Tomsk Polîteknîkê (ZTP) ji bo herêmên ku pirsgirêka ava paqij dikişînin pergaleke nû ya parzunkirina avê bi navê İmpuls îcat kirin.

Çavkaniyekî ji ZTPê di daxuyaniya xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku pergala İmpulsê hemû avên heyî di dema baran barînê de jî paqij dike û tahmeke ava çiya dide mirov.

Em fêrî bûn ku di binê avê de jî dikarin valakirina elketrîkê bidin destpêkirin. Av gihîner e, lê di hinek şertan de dibe îzolator û em jî vê bikar tînin.