Dadgeha Tirkiyê derbarê Şivan Perwer de biryar da

Dadgeha Tirkiyê derbarê Şivan Perwer de biryar da

12:22:57

 

Rojava News: Dadgeha Destura Bingehîn biryar da ku stranbêj Guler Işik ji ber ku bêdestûr strana Şivan Perwer bikar aniye dê 14 hezar lîreyê tirkî (3 hezar 700 dolar) qerebû bide Şivan Perwer.

 

Parêzerê Şivan Perwer beriya 12 salan ji ber ku Guler Işik strana Şivan Perwer a bi navê “Bejna Zirav” bêdestûra hunermedê kurd di albuma xwe de gotibû, doz vekiribû.

 

Guler Işik çend gotinên “Bejna Zirav” guhertibû û bi navê “Narim” di albuma xwe gotibû.

 

Parêzerê Şivan Perwer ji ber “binpêkirina mafê darizandina dema maqûl” ku bi ser de 12 sal derbas bûne serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

 

Dadgeha Destûra Bingehîn li ser vê biryar da ku Guler Işik weke qerbû 14 hezar lîreyê tirkî bide Şivan Perwer.