Google bû markaya herî bi qîmet a cihanê

Google bû markaya herî bi qîmet a cihanê

11:15:26

 

Rojava News: Motora lêgerîn a înternetê Google di lîsteya markayên herî bi qîmet a cihanê de şirketa mezin a Apple li pey xwe hişt û bû yekemîn.

Li gorî raporta şirketa şêwirmendî a serbixwe ya Brand Finance ya 500 Global a 2017an Googleya qîmetê markaya xwe li gorî sala borî ji sedî 24 zêde kir û gihîşte 109.5 milyar dolarî. Li gorî raporta sala borî buhayê markaya Googleyê 88.2 milyar dolar bû.

Bi vî awayî Google ji markaya Appleyê derbas bû û yekemîn markaya cihanê.

 

Herwiha di raportê behsa serkeftina motora lêgerîn a Googleyê ku bi hêsanî dikare bigihîje kerînerê xwe. Şiketê li gorî sala borî ji sedî 20 dahatuya xwe ya reklamê zêdetir kiriye.

Ji aliyê din ve di berdewamiya raportê de hat gotin ku şirketa Appleyê li gorî sala borî buhayê markaya xwe ji sedî 27 kêm bû û dakete 107.1 milyar dolarî. Buhayê markaya Appleyê yê sala borî 145.9 milyar dolar bû.

Markaya Appleyê ku ji sala 2011an ve ku ev 6 sal in li ser hev di nava lîsteya markayên cihanê ên herî bi qîmet de dibû yekemîn, îsal kete rêza duyamîn.