11:24:00
Rojava News: Zanyaran bavikê ewilîn yê mirovahiyê dîtin. Tê gotin ku ev zindiyê mîkroskobîk yê ku li avê dijî 540 milyon sal berê jiyiye û ew xwedî deveke mezin e.
Koma zanistan ya ku ji aliyê Brîtanya, Almanya û Çînê ve hatiye avakirin, ji fosîlên mîlîmetrîk ya ku parêzgeha Shanxi ya Çînê hatiye girtinî zindiyek mîkrokobîk yê bi navê Saccorhytus dîtin.
Zanyaran lêkolînên xwe bi rêya mîkroskoba elektron û lêgerîna CTyê kirin û encamên wê di kovara Nature de weşandin.
Di gotarê de behsa zindiyek bi navê Saccorhytus ya ku tê gotin ku 540 milyon sal berê jiyiye û tê gotin ku bavikê herî kevn yê mirovan ê ku tê zanîn e.
Saccorhytus xwedî bedeneke elips û devekî mezin e û di nava hebên kumê de jiyan dike.
