Karektera mirovan dem dem tê gûhertin!

Karektera mirovan dem dem tê gûhertin!

Rojava News: Di encama tecrubeyên 63 salan ya Zanîngeha Edinburgh ya li Skoçyayê derket holê ku karaktera mirovan di nava salan de hema hema bi temamî diguhere.

Zanyarên zanîngehê di sala 1947an de li ser 1208 xwendevanên 14 salî de hin testa kesayetiyê kirin. Piştî 63 salan dîsa pêwendî bi 635 xwendvanên ku ketine 77 saliya xwe re danîn lê 174ê wan dîsa beşdarî heman testê bûn.

Di testê de taybetiyên karekterîstîk, bixwebawerî, azîm, rewşa îstîqrara rih, ûjdan û hesta xwemezindîtinê hatin testkirin.

Lêkolîna ku ji aliyê zanîngehê hatiye kiin wekî lêkolîna herî demdirêj ya li ser karaktere mirovan tê qebûlkirin. Di encama raporê de derket holê ku 6 karakterên navborî di nava salan de  hema hema bi temamî diguhere.

Rapora derbarê tecrubeyê de li ser kovara Psychology and Aging  hate weşandin. Di raporê de tê gotin ku ‘taybetiyên karakterîstîk ya di dema kamilbûnê û dema mezinbûnê de hema hema qet naşibe hevdu'.

Ji zanyaran Dr. Wendy Johnson dibêje: ‘ Li gorî tecrubeyên di destê me de mirov di dema kabûlbûnê de kêmûjdan, hêj kêmhêvî û bi heyecanin. Herwiha ji macereyan hez dikin. Lê ev yek di salên paştir de gelekî diguhere.'

Herwiha Johnson amaje kir ku di dema mezinbûnê de mirov bêhtir karaktera xwe qebûl dikin û diyar kir ku tecrubeya pêşî ya kar û dêbavbûn guherîna di karaktera mirovan de dilezîne.

 

10:27:33