Netewên Yekgirtî: Kuştina Hejmarek Zêde ji Sivîlan bi Êrîşên Hevpeyamiyê li ser Reqê

Netewên Yekgirtî: Kuştina Hejmarek Zêde ji Sivîlan bi Êrîşên Hevpeyamiyê li ser Reqê

1:20:07 AM

RojavaNews:Dadwerên tawanên şer yên NY duhî roja çarşemê gotin ku êrîşên esmanî yên zêde yên ji aliyê Hevpeymaniya navdewletî û bi piştgiriya milîsên Sûriya demokrat dibin, ji bo standina Reqê ji dest rêxistina DAIŞ, bûne sedema "ziyanên mezin li ser giyanê sivîlan".

Û komsiyona bilind ya karubarên penaberan ya NY hişyarî da li ser têkçûna rewşa koçberên bajarê Reqê li bakurê Sûriyê.

Di rapora komsiyonê de hat ku "komsiyona bilind ya NY ya penaberan û hevdem ligel şerê dijwar yê li ser Reqê û derdora wê dibe, daxwaza zêdekirina hewlên gihiştina alîkariyên berdewam bo bi hezaran xelkê sivîl yên pêwîstiya wan a bilez bi alîkariyên mirovî heye kir ".

Komsiyonê ji aliyê xwe ve rexne girtin li wan aliyên beşdar di şerê rizgarkirina Reqê de, li ser pêşkêşnekirina hêsankariyan bo gihandina alîkariyan bi rêkên bejikî bo koçberan, û ligor gotina komsiyonê; di heman demê de alîkarî bi firokan ji Şamê bo Qamişlo tên şandin, û ev karekî aloz e û pir pere jê re divên.

Li aliyek din roja sêşemê, rêxistina "Human Rights Watch" di rapora xwe de daxwaza rawestandina bikaranîna fisfora spî di oparesyonên leşkerî de, yên niha ji bo standina Reqê ji dest rêxistina DAIŞ, ji Hevpeymaniyê kiribû.

Rêxistinê gotibû ku "bikaranîna fosfora spî bi rêka topxaneyan ji aliyê Hevpeymaniya navdewletî ya bi serkirdayetiya Amerîka dibe, cihê pirsyarên metirsîdar e, ji aliyê parastina sivîlan de".

Herwiha hejmara awareyên parêzgeha Reqê bi zêdetir ji 400 hezaran tê texmînkirin, ku 100 hezar ji wan li heyva gulanê bitenê koçber bibûne, piştî ragihandina beşdariya hêzên hevpeymaniya navdewletî ligel hêzên bejayî yên ser bi wê ve ji bo rizgarkirina Reqê ji dest rêxistina DAIŞê.