Rêxistinên Mafnasiyê dest bi Kampaniyeke Alîkariyan dikin ji bo Piştgiriya Vekolînên Tawankariyên Cengê  li Sûriyê

Rêxistinên Mafnasiyê dest bi Kampaniyeke Alîkariyan dikin ji bo Piştgiriya Vekolînên Tawankariyên Cengê  li Sûriyê

11:16:13 PM

RojavaNews: Rêxistinên navdewletî û yên Sûrî dest bi kampaniyek danheva alîkariyan kirin, ji bo piştgiriya vekolînên tawankariyên cengê li Sûriyê bikin, piştî “desthilatên endam di Netewên Yekbûyî de di dabînkirina piştgiriya darayî de têkçûn”, li gora daxuyaniya aliyên ko bi kampaniyê rabûne.

Di daxuyaniya rêkxistinên mafnasiyê ya ko doh duşembê derxistine de hat, ko amanca kampaniyê daneheva 1.9 milyon Euro ye, piştî ko dewletên endam di Netewên Yekbûyî di dabînkirina pereyên piştgiriya vekolînan de têkçûn.

Serokê navenda Sûrî ya ragihandinê û azadiya derbirînê (SCM) Mazin Derwîş got: “berî bêtir ji pênc heyvan komelgeha giştî ya Netewên Yekbûyî biryar da ko vekolînê di tawankariyên cengê de li Sûriyê bike, û ji wê hingê ve tiştek nekir ”.

Her weha Ilyas Bîrabû, yek ji endamên serpereşt di rêkxistina “Tebenî Elsewre” de ye, ya ko çavdêriya kampanyayê dike, diyar kir ko, “nabe dadgehên tawankariyan li Sûriyê bi sedema kêmbûna pereyan têk biçin”, û Destnîşan kir ko “her hevwelatiyek alîkariyekê bide, gerek bihêle ev desthilat ji xwe şerm bikin”.

Aliyên ko bi kampanyayê rabûne, ya ko rêkxistina “Tebenî Elsewre”, “Medico International” û “Navenda Sûrî ya ragihandinê û azadiya derbirînê”, û “navenda Sûrî ya xwendin û lêkolînên yasayî ” têde beşdar in,  gotin ku“ev pêngavek e ji bo nîşaneke xurt ji desthilatan re bişînin ko civaka sivîl ne amade ye sersariya wan ya peyketina binpêkirina mafê mirovan û tawankariyên cengê li Sûriyê bipejirîne”.

Li gora daxuyaniyê, “kampanyayê piştgirî ji çendîn siyasetmedar û kesên navdar wergitine, ji nav wan jî nivîskarê Elmanî yê Îranî Nafid Kirmanî, û endamê parlemanê Ewropî Maîtîc Şakiyê  û 34 hevalên wî, hem jî serokê komîta parlemanî yên Elmanî yê karûbarê derve Norbirt Rotgin, û berdevka partiya sosyalista dîmuqratîk li Elmanya Nîls Anîn, û endamê parleman yê Partiya Keskan Frantiz Birantiz

Hêjeyî gotinê ye ku Netewên Yekbûyî bêtir ji 20 raportan derxistiye têde rêjîma Esed û rêkxistina Daiş û alayine din bi kuştina komel û zorbazî û girtina kotekî û leşkerkirina zarokan gunehkar kirine, lê tu pêrabûnên yasayî nekirine, û tenê li jêr navê tawankariyên cengê nivîsandine, û ewê hemû nîşanên ji sala 2011ê ve kom kirine, bike “pêrabûnên yasayî”.