Netewên Yekbûyî Dadwereke Firensî Erkdar Kiriye ji bo Vekolînê di Tawankariyên Cengê de li Sûriyê Bike

Netewên Yekbûyî Dadwereke Firensî Erkdar Kiriye ji bo Vekolînê di Tawankariyên Cengê de li Sûriyê Bike

1:31:27 AM

RojavaNews: Netewên Yekbûyî diyar kir ko Emîndarê wê yê giştî "Entonyo Gotîrîs" doh duşembê, “dadwera Firensî Katrîn Markî-Oyil wek serpereşta tîmeke navdewletî ko karûbarê wê vekolînê di tawankariyên cengê de yên li Sûriyê çêbibin bike ”, piştî şeş salan ji cenga rêjîma Esed ya li dijî miletê Sûrî dike.

Rêkxistina navdewletî tekez kir ko Gotîrîs, Katrîn Markî-Oyil, dadwera ko berê di dadgehên navdewletî yên taybet bi Kosovo û Kambodya û dadgeha sizaya navdewletî ya Yogislafya berê de kar kiriye, wek serpereşta tîmeke navdewletî erkdar kiriye, ji bo karûbarê komkirina nîşandekên tawankariyên cengê li Sûriyê.

Netewên Yekbûyî got ko amanc ji damezirandina vê desteyê ew e, vekolînê bike derbarê “kesên berpirsiyar di ber mezintirîn tawankariyan de li Sûriyê, ji gava pirîska şoreşê di adara 2011ê ya pêşî de vêket, ji bo rêkxistin peyketina wan ya dadwerî bike

Komela giştî ya Netewên Yekbûyî tîmeke vekolînê di çileyê pêşî yê borî de damezirandiye, bargeha wê li Cinêvê ye, karûbarê wê ew e, nîşandekan li ser tawankariyên cengê kom bike, ji bo bikaranîna wan dema ev tawankarî ber bi dadweriyê ve biçin.

Dadwer Martişî-Oyil, di du salên borî de, di nûnerîtiya navnetewî ya taybet bi çavdêriya cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariya Navdewletî yên taybet bi rêkxistina Daiş û ya Elqaîde yên tirorist kar kiribû, û di demeke berê de wek dadwera navdewletî di şanda Netewên Yekbûyî de li Kosovo kar kiriye.

Li gora toreya mafnasiyê û rêkxistina mafê mirovan, di cenga rêjîma Esed ya dijî miletê Sûrî ji sala 2011ê ve 320hezar kes hatine kuştin, û berê jî komîta vekolînê ya bi ser Netewên Yekbûyî ve gotibû ko ji bilî Esed û milîtanên wî, hemû aliyên çekdar li Sûriyê êşkence bikar anîne û operasiyonên dardakirinê û binpêkirin jî pêkanîne. Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans