Rewşa xwendinê li Efrînê têk çûye

Rewşa xwendinê li Efrînê têk çûye

 

1:08:23 PM

 

Rojava News:Piştî şoreşa Sûriyê asta xwendinê bi şêweyekî giştî li hemû deveran ketiye rewşek xerab ji ber bandora  şer li ser welatiyan, lê li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li Efrînê lawaztir u xirabtir e

Piştî guhartina sîstema xwendinê li Efrînê gelek astengî û pirsgirêk ji xwendekaran re derketin, zimanê Kurdî li dibistanan li ser hamî astan û bi taybet edyolociya serokê PKKê Ebdulla Ocelan hate ferzkirin û ferz kirina fêrbûna li ser çekan di hundirê dibistanan de ti wate ji xwedin û zanistiyê re nemeye û rewşa xwendinê têk diçe.

Li gorî mamosteyekê li Efrînê di (SZK) de kar dikê û nexwest navê xwe eşkere bike û wiha got:” Asta xwendinê bi şêweyekî ber çav kêmbûye û xwendekar ji xwendinê bi dûr kitine sedema ya serekî xistina felsefa serokê PKKê û dîroka wan, û nediyar kirina kesayetên dîrokî ên navdar ku rola wan di şoreş û serpêhatiyên Kurdan de hebûn wek nemir Mustefe Barzanî, Mehmûd Hefîd, şêX Seîd û Qadî Mohemed. Ev reng ji xwendnê bû sedem ku xwendekar li ser hizir û ramanên  PKKê mezin bibin û edyolocîya şimolî ya leşkerî û tek alî  li ser civakê  feriz bikin, ji ber pêwîstiya PYDê bi xûrt û kaçan heye da ko projeya xwe ya ne netewî bi rêve bibin û civaka Kurdî bikin civakeke leşkerî dûrî zanistiyê û lêkolînên zanistî.

Herwiha, gelek pirsgirêkên din mamoste eşkere kir, mîna rakirina rêbaza bi zimanê erebî û wergêrana pirtûkan bo zimanê Kurdî bû sedemek serekî ku gelek xwendekar berê xwe bidin  Helebê da ku bawernameyên fermî wergirin û beşek ji wan berê xwe bidin derve ji ber bawernameyên wan ne yasayîne û  nebûna kolîjên ast bilind wek pizîşkî û dermansazî û mamosteyên pispor.

Mamoste da xûya kinrin, girtina peymangehên taybet li bajarê Efrînê û gundewarên wê û bi taybet ferz kirina leşkeriya neçar bû sedem ku xwendekar ji xwendinê bi dûr kevin û asta xwendinê têk biçe û heger xwedekarek bixweze kursên taybet bibe wê rastî buhabûn û bilndbûna nerxên mafê mamosteyan bibin.

Qadî