Şîlan Ehmed: Hêzek nîne welatiyên Hesekê biparêze

Şîlan Ehmed: Hêzek nîne welatiyên Hesekê biparêze

Li taxa Miftî ya bajarê Hesekê, di êvara Newrozê de 20-3-2015an di dema vêxistina agirê Newrozê de xwekujekî di nava şahiya alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya di rêya otombîleke bombekirî de xwe teqand û di encam de 55 kes şehîd ketin û zêdetirî 100 kesî birîndar ketin ku di nava wan de jin û zarok jî hebûn.

Ev teqîn ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Ban Kî Moon bi tundî hate şermezar kirin û bi awayekî yekser ji ber kêmbûna dermanan li Hesekê, Herêma Kurdistanê 3 ton derman û pêdiviyên tenduristiyê ji bo birîndaran şand û di rêya Encumena Niştîmaniya Kurdî de hate belavkirin.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji rojnameya Kurdistan re nerînên xwe li ser komkujiya bajarê Hesekê anîn ziman.

Welatiyê bi navê Elî Omer li ser vê teqînê wiha diaxive:”Em vê teqînê bi tundî şermezar dikin, xwedê ji kesên ku ev yek pêk aniye nehêle, kiryarên wisa dûrî exlaqê mirovatiyê ne, dibînim ku welatiyên bajarê Hesekê bê xwedî ne ji ber ku her dem tûşî pirsgirêkan dibin, berya niha di sala 2004an de mal û milkên wan hatin dizîn, her wisa di şerê vê dawiyê di navbera alîgirên rejîmê de dikanên welatiyên Kurd li bazarê hatin dizîn û niha jî ev komkujî.”

Fatima Ehmed axaftina xwe li ser vê mijarê bi torebûn dibêje:”Bila kes ji min re nebêje parastin û berevanî, hemû derew in, PYD tenê şahiya xwe parastibû û ya din nehatibû parastin ji ber vê yekê ev teqîn çê bû, PYD dibêje çima xelk derketin, baş e milet derket PYD çima ew ne parastin, berya niha leşkerên Meûs Hisên li Hesekê hebûn û xelk diparastin, lê PYD ew jî tine kirin, eger PYD nikare biparêze, hin hêz hene Karin vî karî bikin.”