Serkeftinên Pêşmerge Kurdan ji serxwebûnê nêzîktir dike

Serkeftinên Pêşmerge Kurdan ji serxwebûnê nêzîktir dike

RojavaNews :Serkeftinên berbiçav yên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê li beramberî çekdarên DAIŞê bûye hêviyek ji civata navdewletî re ku dawiyê bi pirsgirêkên navçeyê bînin.

Di nûtirîn raporta malpera (Foreign Policy) ya Amrîkî de hatiye ku, pêşketin û serkeftinên Hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ber bi paytexta dewleta DAIŞê li Reqayê di hindirê Sûriyê de ku hemî bûye ajawe ,bi tenê nûçeyekî xweşe di medya cîhanê de.

Wêneyê çend nexşeyan li gel raportê hatiya belavkirin têde ew deverên ku DAIŞ ji destdane û Kurdan bidest danîne diyar dike û têde hatiye jî: “Heger em xweşik li wan nexşeyan binerin emê bibînin ku Amerîka heta niha hevpeyamnekî Ereb di şerê dijî DAIŞê li herêmê nedîtiye.”

Ji aliyekî din ve raport behs dike ku, berî demekê DAIŞê xwedî destkeftiyên baş û gelek bû “Lê belê pêşveçûna Hêzên Kurdî efsana DAIŞê têkşikand.” Û amajeyê bi gotinên Serokê Amerîka “Barack Obama” dike ku roja Duşemê di kongirekî rojnamevanî de gotbû: “Şikestina DAIŞê ya vê dawiyê wa lêkir ku girûp û rêxstina têrorist wê yek car têkbişkê.”

Raport carek din behsa nexşeyan dike û têde hatiye nivisandin: “Ew deverên Başûrê Kurdistanê  ku di bin deselata Pêşmergeyên Kurdistanê de ne û Hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê li ser sînorê Sûriyê û Îraqê wê bibin yek û wê bibin bingeha dewlet Kurdî serbixwe di demek nêzîk de.”