Hejmara penaberên Sûriyê ji 4 milyonan derbas bû

Hejmara penaberên Sûriyê ji 4 milyonan derbas bû

RojavaNews :Rêxistina Kar û Barê Koçberan a Navnetewî (UNHCR) ragihand, hejmara penaberên Sûriyê yên li welatên cîran bicîh bûne, 4 mîlyon kes derbas kiriye û 7 milyon û 600 hezar kes jî li di hundirê Sûriyê de koçber bûne.

Serokê UNHCRê Antonio Guterres di raporekê de diyar kir hijmara welatiyên sûrî yên ji ber şer reviyane welatên cîranê Sûriyê, gihiştiye 4 mîlyon û 13 hezar kesî.

Guterres destnîşan kir ku li Tirkiyê milyonek û 800 hezar, li Libnanê milyonek û 172 hezar, li Iraqê nêzîkî 250 hezar, li Urdinê 629 hezar, li Misrê 132 hezar, li Afrîqa Bakur û hinek welatên din jî bi giştî 24 hezar penaberên sûrî hene.

Serokê UNHCRê da zanîn ku di nava 4 salên dawî de 270 hezar welatiyên sûrî daxwaza penaberiyê ji welatên Ewropa kirine û got, 7 milyon û 600 hezar kes jî di hundirê Sûriyê de koçber bûne.

Li gorî UNHCRê, pêdiviya penaberên Sûriyê bi 5.5 milyar dolaran heye lê heta niha tenê %24ê vê yekê hatiye dabînkirin. Lewma penaberên sûrî di warê xwarin, tenduristî û cih de di tengaviyeke mezin de ne.