Xelkê Hesekê.. Kirya xaniya li me buha kirin û navê me bû penaber

Xelkê Hesekê.. Kirya xaniya li me buha kirin û navê me bû penaber

RojavaNews :Di 25ê Hezîranê de, hejmarek çekdarên DAIŞê ji aliyê başûr û başûrê rojava ve derbasî taxa Neşwe ya rojava li bajarê Hesekê bûn, û li wir bi alîkariya şaneyên veşartî yên DAIŞê êrişî navendên hêzên artêşa Esed li wê taxê kirin.

Di encam de bi dehan malbatên kurd ji taxên Kurdan ji tirsa DAIŞê û ketina bombeyan re, berê xwe dane  her yek ji bajarê Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Dêrik û Serê Kaniyê.

Xelkê bajarê Hesekê gilî û gazind di heyma koçberiyê de dikirin, ji ber ku ji gelek aliyan ve dihatin istixlalkirin.

Kirya xaniya li me buha kirin 

Welatiyê bi navê Ehmed Elî ji rojnameya Kurdistan re wiha got: "Kirya xaniyan ku berya niha derdora 5 hezaran bû li me kirin zêdetirî 15 hezaran, tevî ku ew xanî yên axê  bûn jî, ji bilî kirya çûnûhatina otombîlan di nava bajêr bi xwe de ku nirxekî buha şifêran ji me distendin."

Navê me bû penaber

Her wiha Îmad Mihemed wiha li ser vê yekê got:" Em gelekî hatin istixlalkirin ji aliyê xelkê xwe ve ku kirya xaniyan û kelûpelan li me buha kirin û nave me jî bû penaber û koçber, belkû wan jibîr kiriye ku xelkê wan bajaran yên resen em in, bila Kurd zehmetiyê ji birayê xwe yê Kurd re çê neke."

Zehmetî û buhabûna çînîhatinê

Hat zanîn ku hin xelkê Hesekê otombîlên wan tine bûn ku ji bajarê xwe derkevin, lê neçar bûn ku otombîlan kirê bikin û bi buhayekî pirr giran da ku zarokên xwe ji metirsiyê derînin û di vê yekê de jî ji aliyê Kurdên xwe ve hatin istixlalkirin.

Buhabûna kelûpelan

Tevî ku rewşa abûrî ya xerab ku li Kurdistana Sûriyê heye, piştî dorpêça rêxistina terorîst DAIŞê û girtina riyên serke, her wiha  buhabûna kelûpelan di meha Remezanê de, lê bi hatina xelkê bajarê Hesekê ew kelûpel buhayên wan zêdetir bûn û pirê caran gelekî kêm dibin.

Welatiyên Hesekê dibêjin dema ku em diçin dikanan da ku hin kelûpekan ji bo xwe bikirin, xwedanên wan dikanan dibêjin buhayê kelûpelan buha bûye bi sedema hatina penaberan û riyên sereke jî hatine birîn.

Welatiyên  Kurdistana Sûriyê ketine nava agirê rewşa ewlehî ya xerab û agirê buhabîna kelûpelan û rewşa abûrî ya nebaş.

Qamişlo-Ciwan Ibrahîm