RojavaNews :Di dema êrîşên rêxistina Dewleta Islamî li Iraq û Şamê DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê bi hezaran Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî tevlî şerê li dijî DAIŞê bûn .
Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê kî ne?
Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê berî demekê wek hêza leşkerî ya Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê di kongreya wê ya sêyemîn de hate qebûlkirin û ji dema ku DAIŞê çend deverên Herêma Kurdistanê dagîrkirin, Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê mil bi milê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê şerê çekdarên DAIŞê dikin û çend Şehîd û birîndar jî kirine qurbanî.
Rojnameya Kurdistan piştî lixwegirtina Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê, çû nava Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li eniyên şer li Herêma Kurdistanê û dixwest ji nêzîk ve rewşa wan bişopîne.
Fermandarekî Hêza Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê Mulazim "Îsam Hac Casim" ji rojnameya Kurdistan re wiha got: “ Hêza "Roj" ango Hêza Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê, berî 3 salan li ser destê pisporên leşkerî û bi rengekî akadimî li Herêma Kudistanê hate avakirin “.
Hêza Roj li Xinis, Binslawa û Pêşabûrê li ser destê pisporên leşkerî yên Birîtanî, Amrîkî û Herêma Kurdistanê fêrî gelek coreyên meşq û rahînanê bûne û ji wan leşkergehan li ser eniyên şer tên belavkirin û ew niha dikarin wekû hêzeke fermî şer û berevaniyê di ber xaka xwe de bikin û di heman demê de parastinê jî bikin. Her wiha dikarin hemû coreyên çekên sivik û giran bi karbînin bêyî ku pêwîstiya wan bi wan pisporan hebe ji ber ku niha fêr bûne.
Hêza "Roj" li gelek devaran şer kiriye, mîna Bendava Mûsil, Şingal û Zimar, her wiha li Çiyayê Xazir, Çiyayê Zerdik, Hesen Şam û Sêf Ziyan jî şer kirine û ev bû sedem ku Hêza Roj fêrî şerê kolanan jî bibe.
Hêza Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê û ji destpêka êrîşên DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê mil bi milê Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê di yek sengerî de şerê rêxistina DAIŞê dikin û ew niha di sengerên herî pêşiyê li dijî DAIŞê bi mêranî şer dikin .Hêza Roj bi gelek navan tê naskirin, yek ji wan navan hêza mirinê ye, ango can fîda ji ber beşdarbûna wan di şerên rasterast û herî zehmet de heye, û bi vê yekê gelekî navdar in. Ew hêz hêzeke netewî ye, ciwanên ku di nava wê hêzê de cihê xwe digrin hemû ji Rojavayê Kurdistanê ne ji Dêrika Hemko ta bi Efrînê.
Vegera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê
Çavkaniyek agahdar eşkere kir ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêveberiya Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê rêkeftin li ser vegera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê çêbûye, da ku ew Pêşmerge beşdarî bergirî û parastina bajarên Rojavayê Kurdistanê de bikin û welatiyên Kurd ji gef û metirsiya DAIŞê dûr bixin û jiyaneke asayî û aram ji wan re dabîn bikin.
Hat ragihand ku di demek nêzîk de wê 11 fewcên Pêşmergeyên rahênankirî ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibûn rahênankirin vegerin Rojavayê Kurdistanê.
Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê dixwazin li Rojavayê Kurdistanê şerê DAIŞê û dijminên gelê kurd bikin û dibêjin, çihê Artêşa Azad a Sûriyê, mîlîsên rejîma Esed, Sotoro, Erebên Xemir… li Kurdistanê heye lê cihê me tine û ev yek cihê pirsê ye libal wan.
Li ser vegera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ji bo xaka Rojava Mulazim Îsam Hac Casim got:“Em niha di amadebaşiyê de ne û dema rêkeftin çê bibe bêyî ti astengî dê emê derbas bibin û erkê li ser milê xwe bicih jî bînin “.
Bavê Sozdar ku karê pizişkî di nava refên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê de dike .Ku ew ji bajarê Qamişlo ye, derçûyê peymangeha pizişkî ye û ev e 22 sal in di vî karî de dixebite. Niha devji mal, milk û karê xwe berda ye û bi 2 kurên xwe re tevlî refên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bûye û ew jî wiha dibêje:" Em niha di amadebaşiyê de ne, û ezê dê di nava refên Pêşmerge de li Rojavayê Kurdistanê xebatê bikim û eger şer jî bê xwestin, amade me cane xwe di ber welat de bidim."
Pêşmergeyên keç çi dibêjin
Dema êrîşên rêxistina Dewleta Islamî li Iraq û Şamê DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê Pêşmergeyên keç yên Rojavayê Kurdistanê jî mil bi milê Pêşmergeyan beşdarî şerê li dijî DAIŞê bûn .
Hêza Pêşmergeyên keç jî beşeke ji Hêza Roj e, ango Hêza Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê û ew niha di sengerên şer de li bendava Mûsilê cih digrin.
Hemrîn Iskender şer di nava refên Pêşmergeyên keç li bendava Mûsilê de dike, ji rojnameya Kurdistan re wiha dibêje:" Me şerê rêxistina terorîst DAIŞê li Herêma Kurdistanê kiriye û ji ber ku dijmin çi li Rojava û çi li Başûrê Kurdistanê yek dijmine, lewma ji vê baweriyê em dikarin bi hesanî şer bikin".
Bi gotina Hemrîn ku Pêşmergeyên keç di sengerên şer de bi qehremanî berevaniyê di ber xaka Herêma Kurdistanê de dikin, lê her ew li benda aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bûn ku yekrêziyekê di nava xwe de pêk bînin ji bo vegera wan û her wiha da ku berevaniyê di ber xaka xwe de jî bikin.
Hemrîn dibêje ku derbasbûna Rojavayê Kurdistanê hêviya her Pêşmergeyekî Rojava ye, lewma Pêşmergeyên keç jî di amadebaşiyê de ne, ji bo ku derbasî nava xaka xwe bibin û ji cîhanê re bidin nîşan ku keçên Kurd dikarin her tiştekî bikin ne tenê karê malê.
Di nava Pêşmerge de çend kes ji malekê hene
Peyva Pêşmerge tê wateya canfîda û di êrîşên DAIŞê de li ser Herêma Kurdistanê, Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê karîn nîşana Pêşmergayetiyê bi mêranî bi dest xwe ve bînin.
Bavê Sozdar yek ji wan kesan ku bi 2 kurên xwe re tevlî refên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bûye.
Her wiha Ehmed Ebdilezîz Hisên ku ji xelkê bajarê Hesekê ye ligel birayekî û bavê xwe Pêşmerge ne û berya niha jî di şerekî de li dijî DAIŞ birîndar ketibû û dubare careke din vegeriya nava refên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê.Welat û Luqman jî du birane ji gundê Girbalat yê girdayî bajarê Dêrikê ve ne ku bi hev re Pêşmerge ne .Welat û Luqman dev ji mal û zarokên xwe berdane û bi hev re di sengrên şer de, şerê rêxistina DAIŞê dikin .
Ne tenê xort, lê keçên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî bi xuşkên xwe re ji yek malbatê niha di sengerên şer de ne .
Cewahir û Leyla nimûne ne ku 2 xuşik û 2 birayên wan ji yek malbatê di sengerên şer de ne û bi gotina wan ewên mal û milkên xwe bikin fîdayê her bihustek ji xaka Kurdistanê .
Bavê sozdar, welat , Luqman û gelek Pêşmergeyên din bi malbatên xwe re di nava refên Pêşmergeyên kurdistanê de ne, belkû nav tên guhertin lê her armanc yek e, ewe bergirî di ber xaka Kurdstanê de ye.
Pêşmergeyên Rojava yên şehîd ketine
Heta niha zêdetirî 20 Pêşmergeyên Rojava li Başûr şehîd ketine û bi sedan ji wan jî di çeperên şerê de ne, navên şehîdan jî ev in:
Beşîr Ehemed Yûsif (Hogir)– Miherem Ilyas Tacidîn (Serhildan)- Comerd Mişo- Mistefa Circîs Seîd- Delîl Ehmed Elî Mihemed- Silêman Hemze Hacî- Tîrêj Behrem Murad- Selîm Omer Emîn- Rifet Ferhan Têlo- Yûsif Ebdula Hacî- Nezîr Emîn Muhemed- Ekrem Mihemed Hesen- Loristan Elî Yûsif-Mihemed Hisên Kemal Hisên- Ehmed Seîd Osman- Seîd Ehmed Seîd- Ridwan Ehmed Gewrê- Delîl Hemo- Yasir Hacî- Amgiyan Badînî- Besam Mihemed Xelef- Xemgîn Xelef- Welat Elî- Nêçîrvan Eta Mihemed- Rêzan Cemîl Mihemed- Sekvan Ehmed Elî- Cemîl Hisên Ehmed- Remedan Hisî.
Sîpan Xelîl- Helebça Sadûn
