Kalê Badî
Piştî ku DAİŞ li Rojhilata Navîn belav bû û bi rêbazên hovane herêm zivirand ‘mezbaxaneyê’ di nava civak û gelên derdorê de jî hin balkêşî û rûdanên ku di hişê mirov de pirsên nû nîşan didin derketin holê. Yek ji van jî bêguman ‘beşdariya’ nava DAİŞ’ê ye. Wek tê zanîn li Tirkiye’yê hema bêje li hemû bajaran bi dehan kes diçin nava DAİŞ’ê. Lê di vir de balkêşî ew e ku li Tirkiye û Kurdistanê bajarê ku hejmara herî mezin bo beşdariya DAİŞ’ê pêk tê Çewlig e. Çewlig ku wek bajarakî zazayên şafiî tê zanîn bi beşdariya DAİŞ’ê di rojevê de ye lê ti kes vê pirsgirêkê nîşan nade û li ser tu xebatên berbiçav jî nehatine kirin. Gelo çima li Çewligê ewqas kes berê xwe didin DAİŞ’ê? Civaknas Yusuf Ziya Döğer ku li ser meseleyên olî, paşxana wê ya dîrokî û oldariya di nava zazayên şafiî de ne gelek xebat kirine bo bersiva vê pirsê nêzikahiya dewletê, oldariya fermî û medrese û feqîtiya heyî nîşan dide.
Her çiqas ‘Zaza’ û ‘DAIŞ’ di hişmendiya me de du peyvên ji hev pir cuda xuya bikin jî, li Çewligê ev herdû peyv têkelî hev bûne. Li gor lêkolînan, heta niha hejmara kesên ku ji Çewligê beşdarî DAIŞ’ê bûne gihîştiye 600 kesan. Ji bo em sedemên nepenî yên vê rewşê, cudabûna zazayên alewî û şafî û paşxana dîroka rewşa olî ya zazayan hîn bibin, me bi Civaknas Yûsûf Ziya Doger ku di van mijaran de şareza ye re hevpeyvîneke frawan kir.
Wek beşeke civakî ya Kurdistan, zaza kî ne û pêwendiya wan û Kurdîtiyê çawa ye?
Nabe ku mirov civakan wek gelheyeke ku di warê çawaniyê de homojen binirxîne û pêşbîniyan bike. Ev berovajiyê zanist û daneyên civakî ne. Wek hemû gelan, gelê kurd jî di avahiya xwe ya civakî de cudahiyan dihewîne. Ev cudahî hem di warê baweriyê hem jî di warê ziman de xwe diyar dike. Di warê cudahiyên ziman de kurd, li ser çar hêmanên makî têne dabeşkirin û zaza jî yek ji van hêmanên makî ye. Mirov dikare bi rêbaza têgihîştina van cudahiyên ku di ziman de peyda bûne, sedemên vê yekê bispêre şêweyên xwedanaskirina kom û gelên din. Her wiha mirov dikare bi pergîkirina civakên din yên ku di raboriyê de bi wê civakê re têkildar bûne, binavkirina ku ji bo destnîşankirina danasên civakan têne kirin, aşkere bike. Di dîrokê de gellek nimûneyên binavkirinên etîmolojîk yên ku xwe dispêrin danasan hene. Bêjeya ‘Tirk’ a ku gelê tirk dide nasîn, ji lêkera erebî ya ‘Tereke’ tê. Dema tirk ji Asyaya Navîn koç dikin û têne Rojhilata Navîn û pergî ereban dibin, ereb ji bo wan danasînin peyva ‘Etrak’ bikar tînin. Di nav kurdan de danasîna zazayan bi ser hin îdeayên şaşdîtinî ku goya navê hozekê ye tê kirin. Lê belê xebatên ku li ser Zend Avestayê (Ahura Mazda tu xu mira rastî vaj) têne kirin diyar dikin ku zimanê hêrî nêzîkê Zend Avestayê zazakî ye û ev yek jî nîşan dide ku di nav civaka kurd de zaza, civata herî kevnar e. Her wiha ji alî etîmolojîk ve jî zazakî, ji ber taybetiyên xwe yên regezî (nêr û mê) ve, mirov dikare bêje ku ji zaravayên din ên kurdî geşedartir û qedîmtir e. Lê belê qebûleke gelemper heye ku peyva ‘Zaza’ piştî îslamiyetê peyda bûye. Nêrîna ku heta dema Selaheddînê Eyyûbû ku Qudsê ji xaçperestan stendiye, peyva zaza nehatiye bikaranîn nêzîkî mîsogeriyê ye. Hê jî ne diyar e ku ev peyv kêngê û ji bo çi hatiye bikaranîn.
Wek tirkî, erebî, farsî û zimanên din, kurdî jî kirûyek formel ê razber e û ji bo danasîna civakên ku zaravayên kurdî dipeyivin tê bikaranîn. Kurmancî, soranî, goranî, lorî û kirdkî/dimilî yan jî zazakî jî pêşnûmayên razber ên nîşaneyên şênber ên zimanê kurdî ne. Ji bo têgihîştina danasa zimanekî, daneyên ku tenê ji zaravayekî têne wergirtin têr nakin. Ji bo daneseke rasteqîn û encamên nêzîkî mîsogeriyê, pêdivî bi daneyên hemû zaravayên wî zimanî heye. Ji ber vê yekê, bi ser veqetandina ziman û zarava ve mirov dikare di nav civaka kurd de bandora zazayan bibîne. Ez wiha bêjim: Zaza, ji Çiyayên Zagros ku sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ye hatine erdnîgariya ku îro lê dijîn. Wek dîrokî hişmendiya hozî ya zazayan vê yekê dispêre hezar salên dawî.
Bi raya te di pêvajoya dîrokî de wek olî yan jî mezhebî, zazayên alewî û şafiî çawa ji hev veqetiyan û piştî vê dîroka li paş mayî, çima dema ku di raya giştî ya kurd û Tirkiyeyê de zaza tê gotin tenê alewîtî tê hişê mirovan? Gelo di nav kurdên ku wek sêwiyên alema îslamê têne dîtin de jî yên sêwî zazayên şafiyî ne?
Çawa ku bi gelemperî gel ne homojen bin, beşên wan gelan jî bi ne homojen in. Kurdên zaza ji alî devokan ve ji sê beşên bingehîn pêk tên. Sedemê cudahiya devokên zazakî tenê taybetiyên etîmolojîk nînin, her wiha hêmanên bawerîtiyê jî egereke mezin e. Bi kurtasî ez bêjim: Yên zazakiya bakur dipeyivin alewî, yên zazakiya başûr dipeyivin hanîfî û yên zazakiya navendî dipeyivin jî zazayên Şafiyî ne. Yanî guherîna baweriyan bandorê li guherîna devokan jî kirî ye. Ger ku mirov vê guherîna baweriyê dahûrîne, di guherîna şafiyî û henefîtiyê de bandora desthilatiya navendî tê dîtin. Yên ku têkiliyên wan bi desthilatiya navendî re xurtin an jî ji bêçarî hatine xurtkirin, ji mezheba henefî, yên ku li derveyî bandora desthilatiya navendî mane jî şafiyî ne. Yên alewî jî ew beş in ku di pêvajoya mislimanbûyînê de dest ji baweriyên xwe yên kevn bernedane. Dema ku mirov li rîtuelên wan ên olî dinihêre, ev yek aşkere xuya dibe. Sedemê ku dema zaza tê gotin, alewî tê hişî mirovan jî empozekirina pergalê ye. Bi raya min feraseta qewirandinê ya pergalê, ji bo karê xwe hêsantir bike, operasyonên bîreweriyê pêk tîne. Sedemeke di ya vê yekê jî bi entegrasyon an jî hewcedarkirina pergalê ye. Zazayên Dêrsimê, piştî 1938’an, ji bo bi tevahî têk neçin ketin nav pergalê, lê belê zazayên Çewligê piştî pêvajoyên 1925 û 1927’an xwe ji pergalê dûr xistin û nepenî bûn. Ji ber vê yekê Dersim derkete pêş û bireweriya zazatiyê bi alewîtiyê ve hate girêdan. Di rastiyê de ez ne kurdan sêwiyên alema îslamê û ne jî zazayan sêwiyê kurdan dibinim. Wek hebûn, sêwîtî tunebûna bav e. Lê belê ne kurd û ne jî zaza ji çawaniya hebûnê ne mehrûmin. Mehrûmiya wan ew e ku ji alî metingeran ve hatine binpêkirin. Çawa ku mafê kurdan ji alî hevoldarên wan ve hatibe desteserkirin, zaza jî piştî salên 1950’an ji alî tevgerên kurd ve nehatine dîtin.
Meyla zazayên alewî bêtir li ser rêxistinên çep yên yasayî û deryasayî ye. Berovajiyê vê, zazayên şafiyî jî başdarê gellek rêxistinên din, bi taybetî jî rêxistinên wek DAIŞ û yên selefî dibin. Tu van meyldariyên cuda yên zazayan çawa dinirxînî?
Berî nirxandinê ez dixwazim vê yekê destnîşan bikim ku rikberiya alewîtî û sunnetiyê rikberiyeke bawerîyê û dîrokî ye. Tenê bi daneyên îro yên rojane nayê ravekirin. Herêma Dêrsimê, piştî komkujiya 1938’an, razî bû ku tafilê sûd ji warê perwerdehiya dewletê werbigire. Ciwanên alewî yên xwenda bi nakokiyên pergalê hesiyan û ji ber şêweyê raboriya xwe ya bawerîtiyê xwe nêzîktirî çepgiriyê dîtin. Ji ber vê yekê çanda ku nifşên berê afirandin ji bo nifşên dû wan bû referans û li cem wan ev meyldarî pêk hat. Ji alî din ve zazayên şafî, piştî komkujiyên 1925 û 1927’an têkiliyên xwe bi dewletê re qut kirine û opozisyoniyeke bêden kirine. Lê belê mirov dibîne ku li herêmên ku zazayên şafî lê dijîn bandora medrese û dezgeha şêxîtiyê serdest e. Ji ber ku kevneşopiya medreseyan şertên fiqihê derdixe pêş û şêxîtî jî ji bo rizgariyê Zuhdiyê derdixe pêş, kesên ku di bin tîna van dezgehan de digihîjin, hem rikberiya pergalê dikin hem jî dikebin lêgerîneke necatiyê. Ji ber van sedeman zazayên şafî dereng beşdarê dezgehên perwerdehiyê yên dewletê dibin. Perwerdehiya wan a herêmî rê nedaye ku wek zazayên alewî bibin meyldarên çepgiriyê. Ji ber ku tenê bi gotinê be jî tevgerên îslamî yên ku di salên 1960’an de bi hêz dibin wek rikberên pergalê xwe didin nasîn, meyla zazayên şafî diçe ser van tevgeran. Lê belê ev îslamiyên tirk ji zulm û zoriya hundurê Tirkiyeyê bêtir zulm û zora ku li ser mislimanên derveyê Tirkiyeyê pêk tê dixin rojeva xwe û ji ber vê yekê jî zazayên ku di nav van tevgeran de cih girtine jî di bandora vê yekê de mane. Lê ez dixwazim vê yekê dûbare bikim: Zaza di dîroka xwe de her dem rikberên desthilatê bûne. Wek nimûne; Serhildanên Celaliyan ku 250 salan serê Osmaniyan êşandiye, şerê zaza û desthilatiya Osmanî ye. Ev giyana serhildêrî, hem di zazayên alewî hem jî di yên şafî de heye û vê yekê rê daye ku zaza beşdarî rêxistinên deryasayî bibin
Di nivîseke xwe de tu dibêjî, ‘Di çanda zazayên Çewligê de xweşbîniya ku ji medreseyan hatiye wergirtin tîna xwe li nirxên wan ên olî jî kirî ye’ Gelo ev çanda ku tu qala wê dikî û tevlîbûna ciwanên zaza ya DAIŞ û komên tûndrew ên îslamî ne dûalîtî ye?
Weke min got, tu avahiyeke civakî ne homojen e. Divê tîna dezgeha medreseyê û şêxîtiyê bê dîtin. Lê belê herêmên ku li derveyî tîna van dezgehan mane jî hene. Li van herêman tîna perwerdehiya olî kêm e. Her wiha di zazayan de taybetiyên çînî ku gundan jî xistiye bin bandora xwe heye. Piraniya kesên ku beşdarê van komên tûndrew dibin ji van herêman in. Sedemên vê rewşê jî ew e ku ev kesên hanê ne şarezane ku di navbera zanyariyên olî yên bê bingeh û zanyariyên olî yên ku di pêvajoya perwerdehiyê de tê dayîn de sentezekê pêk bînin. Her wiha êrîşên oldarên nûjen ên perwerdekirî yên li ser kevneşopiya medreseyan jî bandorê li vê yekê kirî ye. Yanî feraseta olî ya nûjen bi medreseyên ku fiqihê grîng nabînin re negoncivîye.
Angaştên ku ji Çewligê pir kes beşdarê DAIŞ û komên tûndrew dibin hene. Di derbarê vê mijarê de tu xebatên îstatîstîkî yan jî pêşîlêgirtina vê rewşê hene?
Demek berê Abdulkadir Konuksever, ji bo kanala El Jazeere di derbarê vê mijarê de lêkolînekê kiribû. Li gor vê lêkolînê hejmara kesên ku ji Çewligê başdarê DAIŞ û komên tûndrew ên îslamî bûne gihîştiye 600 kesan. Sedemek vê yekê jî bandora ew çewligiyên ku beşdarê şerê Afgan, Bosna û Çeçenan bûne ye. Em baş dizanin ku ji bo pêşîlêgirtinê tu tişt nayêne kirin. Tê bawerkirin ku dewlet ji vê rewşê re bêdeng e. Dewlet ji hebûna van komên tûndrew haydar e, lê belê bi tu awayî mudaxeleyî vê rewşê nake.
Bandora kevneşopiya medreseyan li ser zazayên şafî çawa bûye?
Medrese di avahiya civakî ya zazayên şafî de pir grîng e. Bi taybetî dema ku mirov bala xwe dide pêvajoya piştî komarê, zazayên şafî bendekê xistine navbera xwe û dewletê û ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên navxweyî melayên medreseyan weke hakem dîtine. Ev mela jî bi qasî zanyariyên xwe, bi rîwangeyeke fiqihî hewl dane pirsgirêkan çareser bikin. Di keyskirina civakî de bandora van melayan, heta 30 salên dawî jî dom kirî ye. Wek nimûne: Di salên 1970’yan de, bi ser Partiya Selameta Neteweyî(MSP) ve, ji ber meyldariya olî ya civaka Çewligê siyasetek hate meşandin û bandora vê siyasetê bingeha siyaseta Çewligê ya îroyîn jî destnîşan dike. Şerîet, ji bo rewşên ku nehatine nivîsîn, urf û edetên civakan wek bingeh destnîşan dike. Lê belê her çiqas li gora ekolên din ên îslamî, perwerdehiya medreseyan bi feraseteke azadîparêztire jî, piraniya melayên ku li medreseyan xwendine epîstemolojî û metodolojiya îslamê jî baş têgihîştine. Lê belê, dîsa jî divê mirov dikare sedemên muhafazakariya civakê ya ku bi ser melayan ve bi ceste bûye, di mufredata perwerdehiya medreseyan de bigere. Em dizanin ku beşên perwerdehiya bingehîn a mufredata medreseyan ji Kelam, Hedîs û Fiqih e û ev beş ji ber statîkiya xwe, bi hêsanî nayêne guhertin. Her çiqas mela, nexwazin ku bi civakê re nebin rikber jî di warê bikeyskirina civakî de xwedî destûr bûne. Wek nimûne: Sedemê ku di hilbijartina destûra 12 Îlonê de, Çewlig bûye bajarê ku herî zêde rayên redê jê derketine jî mirov dikare bêje ku hem giyana mûxalîfî û hem jî helwesta melayên Çewligê ye.
Bîrdoziya fermî ya Tirkiye ya paradîgmaya misliman-netewperest bandoreke çawa li ser zazayên şafî kirî ye?
Heta salên dawî jî bandora vê paradîgmayê li ser zazayên şafî nebûye. Ji ber feraseta muhafazakar a ku bi ser dezgehên şêxîtî û medreseyan pêk hatiye û ji ber komkujiyên salên 1925 û 1927’an, Çewligiyan meyla xwe daye ser Partiya Demokrat(DP) û vê meyldariyê bayeke netewperest ku heta 1980’yan dom kirî ye pêk aniye. Helwesta Çewligê ya li dij destûra 82’an, wek rewşeke ku pêşî li entegrasyonê girtiye, lê belê vê yekê bandora DP’yê jî kêm kirî ye. Lê belê bîrdozî û siyaseta kurd a ku piştî salên 90’an gurr bû li vê feraseta muhafazakar ne goncivî. Şafiyên ku li MSP’ê digoncivin, piştî ku bi paradîgmayên îslamî re û bi taybetî bi AKP’ê re entegre bûn, vê yekê encama entegrasyona wan a bi dewletê re jî bi xwe re anî. Îro zazayên şafî, di erafa navbera tevgera kurd û desthilata îslamî de mayî ne. Ji ber vê yekê lêgerîna wan a lixweyî hê jî dom dike.
Nêzîkahiya zazayan a ji zazakî re çawa ye û pirsgirêkên navxweyî yên bi ser zazakî ve der bûne ç inin?
Bi raya min, ji ber ku zimanê perwerdehiya medreseyan kurmancî bû, di dema komarê de daxwaza zazayan a ziman weke kurmancan xurt nebûye. Daxwazên tevgera kurd ên ku bi ser kurmancî pêk hatin jî sedemek vê rewşê ye. Lê belê ji ber muhafazakariya Çewligê ya ku li vê siyaseta kurd nedigoncivî û ji ber polîtîkayên taybet ên dewletê, zazayên şafî xwe qewirandin. Ev helwestdariya ku kurdnebûna xwe xiste rojeva xwe, di rastiyê de ne heyranê zazakî ye. Tenê bi ser helwesta xwe ya rikber dixwaze hemûna xwe îspat bike. Yanî ne bi ser ziman lê bi ser rîwangeya xwe ya siyasî ve dixwaze hebûna xwe ragihîne. Bêguman sedemek din a vê rewşê jî bêxemiya tevgera kurd a zazakî ye. Lê belê, divê mirov xebatên ku bi ser peroşiya têkçûna zazakî ve têne meşandin jî ji bîr neke.
Weke encam tu dikarî bi kurtasî çi bêjî?
Bi kurtasî ez dikarim bêjim ku di nav civaka zazayên şafî de şêxên terîqetan, ji bo di nav civakê de cih bigirin, bi şêweyeke pragmatîst tevgeriyane. Vê civaka ku bi ser vê rewşê bi ceste bûye, ji alî referansên olî ve roleke negatîf leyîstiye. Ev rewşa hanê, di derbarê kesayetparêziyê de bûye astengeke mezin. Geşbûna feraseta murîdiyê, bi xwe re îtaetê jî haniye û bûye sedem ku civak derî li helwestên cuda bigire. Tasawûfa ku azadîparêz xuya dike, di rastiyê de ji ber feraseta îteatkariya ji şêx û dergehê re ketiye rewşeke dûalî. Vê dûalîtiyê bûye sedem ku ciwanên ku kurdîtiyê nas kirine xwe nêzîkî ramanên çepîtiyê bikin. Helwesta muhafazakar a ku di qadên di bin bandora melayan de pêk hatiye hişyariya hişmendiya kurdîtiyê dereng xistiye. Ciwanên ku ji kevneşopiya medreseyan dûr bûne û xwe dane ber perwerdehiya nûjen a komarê jî, ji ber helwestên durust ên melayan neketine nav lêgerîna ferasetên cihê. Her wiha ev ciwan, ji ber ku nêzîkî kevneşopiyên îslamîne, bi hêsanî beşdarê tevgerên îslamî yên Tirkiyeyê bûne û vê yekê hişmendiya wan a kurdîtiyê jî dereng xistiye. Ekola medreseyan dîsîplînê ferz dike lê belê ekola terîqetan îteatê ferz dike. Her çiqas hişmendiya kurdîtiyê pêşî bi ser şêx û melayan ve xurt bûbe jî, ji ber rîwangeya ku ji bo hebûna xwe dom bikin geşandine, kurdîtî xurt nebûye. Belkî ji bo destnîşankirina vê rewşê pêwîstî bi lêkolîna travmayên ku piştî 1925’an di civaka zazayên şafî de rû dane hebe.
