Ta şer xilas ne be pêla penaberan jî narawestê!

Ta şer xilas ne be pêla penaberan jî narawestê!

 

Rojava News: Pêla penaberan ya îzmîrê bê navber berdewame, cihên wan kesê ku derbasî graven Yunan dibin bi pêl yên nu tijî dibin.

 

Tê pêşbînikirin ev pêla penaberan  ku li pênahiyê kê digerîn, ta li Suriye şerê navxweyî ne çilmisê xilas nabê.

 

Aniha İzmîr ji bo penaberên ku ji ber şerê navxweyî yê Suriye direvin dibê wek gava yekemîn  penahiyê  li ser xaka Tirkî.

 

Pêla penaberên surî bê dawî ber bi bajarê Tirkî dodêmê, İzmîr jî buye pira xeyalê Evropayê.

 

Otel û kolanên İzmîr ku ji aliyê penaberan ve tê valakirin, yekser bi pêlê nuh a penaberan tijî di bî, da bilez xwe bavêjin avê Behra Spî ber bi grave Yunan ve.

 

Telereşiya xemgîriya penaberan li İzmîr bi teybet li gereka Basmanê gelek diyare, Basmane buye navenda  penaberan. Basmanê dibin hêjmara bi sedhezaran penaberan de dilerizê.

 

 

 

Ne kolan ne otel, ne bazarê Basmanê di dîroka xwede telaşek bivê şewayê jiyan nekirine.

 

Ferqa vî bajarî ji kempek penabera tunneye, lê  tertûbelane û NY  ji wana re xorek û alîkarî belav nakê, û çadirên wan tunnene, xelkê herêmê, dikandariyên xwerxaz tasek şorbe an gezek nan bi wan didin.

 

Zarok li ber sîberkê dîwaran dixewin, dayik zarokê bi şîr li ber singaxwe dinivênin, yê din li dora xwe komdikin, da kes bi dûr neçê.

 

 

 

 

Xelkê deverê ji nêzîkve vê pêla penaberan dişopînin, ji ber ku jiyana wan jî têkçuyê, û bi xem bi tirs jî tamaşedikin, zanin ku ta şerê Suri yê navxwe bi encam nebê ev penaberiya xelkê Suriye jî bi dawî nabe.

 

Parezerê İzmîrê jî dibêje “Xelkê Surî İzmîr û lîvarê wê wek deriyê umîdê dibînin da karibin xwe bighînin welatên Rojava” û jimara penaberan jî bi fermî nikarin bidin daxuyandin jiber ku dibêjin “Aniha di dokumentên li jêr derdestê me wek 67 hezar û 900 penaber xuyandikê, lê belê hêjmara raweşiya vir  zêdetirî 500 hezara ye”

 

Tirkî ji aliyê cografî de di derbasbûna penaberan de ciyê herî girîng yê qonax vegirtinê ye.  Ji ber ku berê peravê İzmîrê ber bi cîwarê dûrgeyê  Yunanistanê  ve ye.

 

 

 

 

 

Sinem Bakir

 

20:45:21