Ji bo operasyona Cerablus û Raqqa yê sinyala kesk pêket!

Ji bo operasyona Cerablus û Raqqa yê sinyala kesk pêket!

Rojava News: Li gor plana nû ku  li Washîngtonê hatiye axaftin,  vê berê operasyonê bidin xaka di navbera sînorê Tirkî û Surî  bajarê Cerablûs û Raqqa  yê.

 

Ji bo Emrîkayê piştî binketina bernameya Obama ya Surî ya dibin navê “perwerde bik- bi çek bik” ,  hewkêşeya şerê Suriye hat gûhartin.

 

Piştî ku di derbarê Suriye de geşta hevdîtinan di navbera Emerika û Rusya de geş bû, rayederên Dewletên Yekgirtu yê Emerika vê carê  dixwazin li Surî  bandêra xwe zêde bikin. Di şerê li himber DAİŞê li Suriye piştî binketina bernameya   “perwerde bik- bi çek bik” ,  Emerîka  helwest û bernameyên nû pêşxist, êdî grîng dayin bi Suriye û bi hêzên bêjayî yê YPGê û sitendina Cerablûsê ji destê DAİŞê û bitenêkirina Raqqa yê hewkêşeya destpêke ye.

 

Berpirsekî Emrîkî ji Rojnameya Washington Post re axifî û got;  îdareya Obama di şerê DAİŞê yê li İraqê de tû pêngavê pêşketinê,  pêçdeçûyin nabînin, lê di wan mehê dawî de di şerê li himber DAİŞê li Suriye ji aliyên hêzên Kurd ve deskewtinên mezin dibînin, ji ber wê jî li Suriye nîskokin. Ji bo zelalkirina bernameya operasyona Cerablûs û Raqqa vê Emerika cardin bicivê.

 

Bersiyarê Emrîkî yê ji Washington Post re axifî got; “ Li Suriye me dît ku em xwedî firsendê mezinin, derfeta ku “em ber bi Raqqa yê ve herin û sînorê Tirkiye komple bikin bin kontrolaxwe” li jêr destêmeye”

 

Li ser sînorê Tirkiye tenê  Cerablûs di bin kontrola DAİŞê de ye, Emerîka dixwazî bi kontrolkirina Cerablusê Raqqa yê îzole bikî.

 

Berpirsiyarê Amrîkî got; Emerîka bi hêviye ku destkeftinên li Tel Abyadê (Grê Spî) derketin  li Cerablûsê jî bi destbixin.

 

Koşka Sipî li gor zanyariyan, damezrawe ke bi nave “Koordinasyona Arap ya Surî” ku nave wê gelek nehatiye bihîstin bi çek dike, û alîkarî dideyê. Tê pêşbînîkirin ku dê ev rêxistin jî li gel PYDê di operasyona Cerablûsê de cîh bigrê.

 

Li gor plana Emerîka şuna  “Perwerde bike- bi çek bike” dê rêxistinê li wir bêne bi çekkirin, û dê balafirgeha İncîrlîkê bi şewaye kî ektif bê bikaranîn.

 

Sinem Bakir

11:29:55