Bazirganî bi navê Sûriyan di riya sextekariya pasport û nasnameyên Sûrî

Bazirganî bi navê Sûriyan di riya sextekariya pasport û nasnameyên Sûrî

Rojava News: Di vê pêla Koçberiya welatiyên Sûriyê ber bi dewletên Yekîtiya Ewropa yê ve û piştî ku Elmaniya pêşwaziya penaberên Sûriyê kir , êdî xelk bazirganiyê bi navê Sûriyan dike , ku niha bi dehan torên sextekariya passport û nasnameyan li Turkiyê hatine avakirin .

Rêveberê desteya Ewropa ya çavdêriya sînoran Faybirês lêcrî Ragihand ku niha bi dehan torên sextekariya passport û nasnameyan li Turkiyê kar dikin .

Ew torên sextekariyê pasportan ji bo ne tenê Sûriyan lê ji bo her kesekî çedike ku piraniya wan kesan ji Bakûrê Ifrîqya û Rojhilata Navînin anko her kesek bi zimanê Erebî di axivê .

Herweha û li gor raporteke Sûriya Post ragihandî ku niha nêzîkî 20 torên sextekariyê li Turkiyê di nava kampên penaber û deverên ku penaber têde pêyda dibin kar dikin ku ji kesên pispor di çapemeniyê de herweha kesên bê kar mane pêktên.  

Her li gor wê raportê ku buhayê her pasportekî dighe heta 4 hezar dolarê û ta niha sere sedî 75 ji hilgirên wan pasportan karîne balafirxaneyên navdewletî derbas bikin .

Li alîkî din û li gor rojnameya nibo rêfyo ya Holendî ku weku bersivekî ji vî karê sextekariyê re rojnamevanekî Holendî di heyama 40 demjimêran de pasportrk û nasnameyek ji serok wezîrê Holandayê Mark Rotî re derxist û bi gotina wî rojnamevanî ku buhayê nasname û pasportê tenê bi 825 dolarî bû .

Ji aliyê xwe ve Hikometa Elmanî ragihadn ku di vê kirîza koçberiyê de sere serdê 30 ji penaxwazên hilgirên passport û nasnameyên Sûrî ne Sûrîne .

Sextekariya passport û nasnameyên Sûrî bûyê cihê metirsiyê li cem gelek dewletan û bû sedem ku gelek dewlet dergehê xwe yê sînorî li pêşiya penaberan bigre ji ber tirsa derbasbûna girûpên terorî di nava xaka welatê wan de .

Helebça Sadûn