Rojava News: Dibin nave li dijî DAİŞê şerkirinê de piştî ku frokên bi ser artêşa Rûsya li çend herêmê Suriye bombarana asmanî kir, bala cihanê cardin kişiya ser hebûna leşkerî ya Rusya li deverê.
Li balafirgeha Bassel El Esad ya Lazkiye, nêzikî 2000 personelê leşkerî yê Rûsî, 32 frokê şer, 16 helîkopter, 9 tank, dezgehê berewaniya fuzeyên duravêj hatine heşidandin.
Ji ber ku Suriye xwedîmaliya navenda tekane ya Rusya li Behra Spî dike, hevgirtineke stratejîkî yasedsalan di navbera wa de heye.
Rejima Mosqowa di sala 5emîn ya şerê navxweyî de, ji bo ku rejima Suriye li ser linga bigrê hewleke mezin di de, li ser alikariyên leşgeri jî berdewame.
Gelek caran di ragihandinên Rusî de cih ji nuçeyên ku leşgerên bi pere yên Rusî li dijî dijbereya Suriye şerdikin hatiye dayin, herweha car cara jî hatiye weşandin ku artêşa Rusî li gel rejima Suriye êniya şer girtiye.
Derazînka hebûna Rusya li Surî Binkeyên asmanî û di dabînkirina pêdiviyên lojistik de binkeyê bexrewanî ya Tarsusê ye.
Di raporta enstutiya lêkolîna şer ISW ya 2012a de balkişandi bûn ser Binkeyên Bexrewaniyê Rusya yê li Tertûsê ku çek û amûrên leşgerî derbasî Suriye dike.
Di hemen raportê de tê gotin; Ew binkeya behrewanî bê kontrolê û welatê Rusya bi keştiyên barhilgir helicopteran, tank û çekên giran derbas dikî.
Li gor raportê; Ji aliyê Rusya ve tenkê BTR-82A û personelê Rûsî li Sûriye di şerê DAİŞê de ji berê ve hatiye wênekirin.
Li gor analîzê, Lîvayê behrewanî ya 810a ku di şerê Kirimê de jî cîh girtibû derbasî peravê Sûriyê buye, Û rojê 2 balafirên barhilgir derbejêrî binkeyê peravê Tertûsê dibin, herweha hêjmara vesayîtê zirepoş û kelûmelên baregehên prefebrîk jî li herêmê zêdedibin.
Di sala 2013a de brîkarê Wezareta derwe yê Rûsya Mikhail Bogdanov gotibû; “Êdî girîngiya binkeya Bexrewanî ya Tertûsê ji bo me nemaye, emê hêjmara personelê li wir kêm bikin.
Lê piştî vê daxuyaniyê bi demeke ne dirêj Wazareta Berewaniya Rusya jî got “Binkeya Bexrewani ya Tartûsê ji bo me girînge”
Li gor Rojnameya Rûsî Kommersantê jî li binkeya Tertûsê 7000 personelê Rûsî dixebitin, û tenê ne di aliyê teknikî de, di aliyê leşgerî de jî leşgerên Rusî li gel rejimê beşdarî şer dibin”
Sinem Bakir
