Ciwanên Êzîdî giringiyeke mezin didin pêşmergeyatî û parastina deveran

Ciwanên Êzîdî giringiyeke mezin didin pêşmergeyatî û parastina deveran

 

Rojava News: Ciwanên Êzîdî ji bo ku carekedin berhamber metirsiyan neyên, da karibin parastina xelkê xwe û perestegehê xwe bikin  li baregehên leşkerî bi dilxazî bi xwebexşî perwerdeyên leşkerî dibînin.

 

Ciwanên ku perwerde dibînin jenosayda Şingalê her dem bi bîr dixin û dibêjin “ ji mafê her miroviye axa xwe biparêze û dagirkeriya ser welatê xwe bişkîne.” Her di wê mijara perwerdeyê de minak û simbolê wan peşmergeyan Mesûd Berzani ye.

 

Bi sedan ciwanê êzîdî çek hilgirtine û bê berbirsiyariyeke fermî bi xwebexşî dixwazin beşdarî parastina welat, parastina xaka Kurdistan bibin.

 

Ji wan ciwanan hinek dibêjin “Ji ber ku me ne zanibû xwe ragrin ev bûyer bi serê me Kurda de hat”

 

Bi sedan xortên xwebexş û dilxwaz  beşdarî xola perwerdeya xwebexşan bûne û li wir xwe ferî bikaranîna çekan, parastina herêman, girtina sengeran, û li gel wê jî stratejiya şeran dibin. Heman xol ji alîyê beşdervanên ji derve jî di aliyê rewşenbîrî de bi hêztir dibe.

 

Li gor ku rêvebirên Baregeha Perwerdeya  leşkerî dane xuyanîkirin gelek rojan mîvanên wan tên, li ser Nexş û armanca Kurdistanê, Xweparastina bi giştî, jin û şer  û gelek babetên din sêmîneran didin.

 

Bi perwerdeyê leşkerî û heman demê roşanî jî baweriyeke mekin avabûye ku gelek ji wan Peşmêrgeyên xwebexş dibêjin; “Em amadene bo Şingal jî şer bikin û beşdarî “Operasyona Rizgarkirina Şingalê” bibin, li hemû sengeran parastina sînorê Kurdistanê bikin”

 

 

Xola xwebexşan ku bi sedan xortê êzîdî beşdarbune  temenê wan di navbera 18 û 25a deye,  bi çalakbûneke bi hêz beşdarî rawaneya leşkerî dibin. Ji ber ku mirovê wan jî di hemen jenosaydê de yan hatine kuştin yan jî hatine revandin.

 

Xol Ji aliyê fermandarê şoreşgerekî Kurd yê xwebexş yê bi navê Dr. Suleyman ve tê birêvebirin.

 

Ciwanê Êzîdî bi demjimêran werzişên giran û rênmayiyên leşkerî  dibin, 3ê milazim jî di wan perwerdeya de alîkar dibin.

 

 

 

Li gor ku diyarkirine ji aliyê çekan de alîkarî heye lê ji bo rawaneyeke xurt pêwistiya wan bêtir bi çekên pêşketî heye.

 

Pisporê perwerdeya Leşkerî  Dr. Sûleyman (Saît Çûrûkkaya) di derbarê xwebexşê xola Hêza Parastina Laleşê de ji Rojava News re  got; ; Peşmergeyên xwebexş yên vê xolê gelek çalakin û bi perwerdeyeke xurt dikarin gelek serkeftinên leşkerî bi dest bixin”

 

 

Mûlazim Mahdî Hasan jî  got; “Ez bawerim Kurdê me yên êzîdî êdî gihanê wê baweriyê ku; pêwiste hemû kes mafê xweparastinê û axa xwe parastinê nas bikin,  da careke din berhamber  dijminê wek DAİŞê karibin xwe bigrin. Aniha gelek ciwanên din jî dixwazin bibin peşmergeyên xwebexş.”

 

 

 

 

Tê zanîn;

 

3 yê tebaxê Şingalê dibin êrişên rêxistina terorîstî DAİŞê de ma û bi hazaran jin, zarok û zilam hatin kuştin û bi hezaran jî jin û zarok  hatin revandin,  bi sed hezaran nişteciyên deverê mal û xaka xwe bi cî hêlan û reviyan, hinek ji wan stembarê DAİŞê  bi rojan di germaya havînê de li çiyayê Şingalê bê nan û av asê man û li wê derê jî gelek zarok ji tînî şehîdbûn.

 

Li gor ku di dema yad a 3ê Tebaxê ya Jenosayda Şingalê berpirsê lejneya  kar û berên êzidiyan ya bi ser wezareta Afqaf Xeyrî Bozanî ji Rojava News re gotibû; ” 5838 kes hatin revandin, ji wan 1986 kes hatin berdan beşek jî bixwe ji destê DAİŞê rizgar bûn, di nav wan kesên ku rizgar bûne de; 300 zilam, 758 jin, 456 zarokên keç, 473 zarokên kûr hebûn. Herweha 3834 kes hîna di destê DAİŞê de dîlgirtîne.”

 

Li gor hemen datayan; 1280 kes hatine kûştin ku di nav wan  de 280 zilamin, 890 kes jî birîndar ketin, 12 gorêkomî hatin dîtin ku kuştiyên Şingalê xisti bûnê, 18  perestegeh jî ji aliyê Rêxistina terorîstî DAİŞê ve hatin teqandin.”

 

Mixabin ev jenosayda ku bi serê Êzîdiyan de hat bû sedem ku 400 hezar mirov koçber bin, li şûnên penahî xwe bigrin an jî bibin penaber li welatên derwe.

 

Fermana 74emîn  mêjûyekî din di ciwanê êzîdî de avakiriye, ji ber ku wana biryara parastina  axa xwe, xuşk û malbatê xwe û perestegehên xwe dane.

 

Sinem Bakir

13:06:00