Kiryarên PYDê di meha borî de

Kiryarên PYDê di meha borî de

Rojava News: Di meha borî de êrîşî pênc xwepêşandanên Ecumena Niştîmanya Kurd li Sûriyê ji aliyê çekdarên PYDê ve bû, herweha bihtir ji sed welatiyên kurd bi belge ji aliyê heman çekdaran ve hatin girtin.

Di yekê meha borî de çekdarên PYDê dest bi helmeteke girtina ciwanan ji bo leşkerya xwe ya neçar li bajarê Qamişloyê kirin.

Di 3 meha borî de û dema lidarxistina xwenîşandanekê ji aliyê xwechiya Tiebesipiyê ya Ecumena Niştîmanya Kurd li Sûriyê çekdarên PYDê xwenîşandanek ji alîgrên xwe û kesayetên Erebên xemir û alîgrên Esed li dijî xwenîşandana encumenê lidar xist, heweha di heman rojê de rêveberya dergehê sêmalka ya bi ser PYDê ve rê neda şandeke encumenê ku ji serokê wê Îbrahîm Biro û endamên komîta peywendyên derve pêk dihat ku derbasî herêma kurdistan bibin.

Di 4 meha borî de çekdarên PYDê li bajarokê Girkê Legê 25 ciwanên kurd ji bo leşkerya neçar girtin.

Di 7 meha borî de çekdarên PYDê rê nedan xwenîşandana Encumena Niştîmanê li bajarokê Çil Axa li dijî kiryarên PYDê û rêbazên wê yên eydyolockirî bê lidra xistin û rê nedan xelkên gundewarên wê ku derbasî bajêr bibin.

Di heman rojê de çekdarên PYDê êrîşî mala welatyekî kurd li gundê Cib Elfirc yê gundewarê Kobanê kirin û mala wî talan kirin herweha hemû kel û pelên wî têk birin.

Di 9 meha borî de çekdarên PYDê êrîşî xwenîşandana Encumenê li bajarê Dêrikê kirin û xwenîşandanek dijî wê lidar xistin herweha  ji bo wê xwenîşandanê 8 kes girtin di nav wan de rojnamevan û serkirdeyên xwechiya ENKSê herweha kamîreyên rojnamevan û mobaylên wan desteser kirin û dû endamên tevgera ciwanên kurd revandin û piştî îşkenceyê avêtin çoleke bajarê Dêrikê.

Di herdû rojên 9  û10 meha borî de çekdarên PYDê êrîşî civînên partiya Demuqrata Kurdistan Sûriya li gundê Mistefawiyê yê bi ser bajarokê Girkê Legê ve kirin herweha hejmarek endamên partyên ENKSê jî girtin ku di herdû rojan de  17 kes di nav wan de dû keç jî hebûn ji aliyê çekdarên PYDê ve hatin girtin.

Di roja 13ê meha borî de çekdarên PYDê xwenîşandanek li heman cihê lidarxistna xwenîşandana encumenê li bajarê Qamişloyê lidar xistin û rêyên hatina wê meydanê girtin û gelek ciwan girtin.

Di heman rojê de cenazeyên dû şehîdên pêşmergeyên rojavayê kurdistanê ku di şerê azadkirna şingalê de şehîdbûn derbasî rojavayê kurdistanê bûn, çekdarên PYDê li ser rêbendên xwe rê nedan wan karwanên herdû şehîdan ku birêve biçin û di encam de ew cenaze bihtir ji 13 demjimêran dir ê de man ta gehşit bajarê Qamişlo ku di pêşwaziya wan de bi hezaran xelkên deverê amade bûn , çekdarên PYDê jî bi doşka û dehên otombîlan astengî li ber derbasbûuna wan peydakirin û 26 kesên ku beşdarî karwanên hatina cenazeyên pêşmergan girtin, û sibeha roja din jî nûçeya heyîna otombîleke mayinkirî li bajarê Amûdê belav kirin ta ku metrisî li nav welatyan belav bikin ku beşdarî merasîmên bixak spartina şehîdan nebin.

Di 20 meha borî de çekdarên PYDê êrîşî xwenîşandana encumenê li bajarê Hesekê kirin û destdirêjî li ser serkirdeyên partiyan heweha li ser jnan jî kirin û çend demjimêran Fesla Yousf cîgira serokê ENKSê di ofîsa xwechiya ENKSê de dorpêc kirin û rojnamevanek jî girtin, û li ser wê bûyerê Fesla Yousf got ku dû endamên esayîşa PYDê cilên xwe yên asayîşê jixwe kirin û nerazîbûna xwe ji bo van kiryaran dan diyarkrin.

Di rojên 22-24ê meha borî sê endamên partiyên ENKSê li bajarokên Tiltemir û Qamişlo û Girkê Legê ji alyê çekdarên PYDê ve hatin girtin, hewirweha endamekî PDK-Sê li Amûdê hat revandin û piştî demekê ji îşkenceyê çekdarên PYDê ew avêtin çoleke bajarê Amûdê.

Di 26 û 28ê meha borî de çekdarên PYDê dest bi helmeteke girtina ciwanan ji bo leşkeriya xwe ya neçar li Tiltemir û Qamişloyê kirin û bi dehan ciwanên kurd girtin.

Herweha di 29ê meha borî de jî çekdarên PYDê rojnamevanekî kurd li bajarokê Girkê Legê girtin..

Girtina ciwanan û siyasetmedar û çalakvanan herweha eydyolockirina rêbazên xwendinê û valakirina rojavayê kurdistanê û desteserkirina mal û mulkên koçberan ji aliyê partya PYDê û çekdarên wê ve berdewame, û Encumena Niştîmanya Kurd jî dibêje ta ku PYDê dev ji Eqilyeta diktatorî û takedestihlatyê ber nede ewê xwenîşandanan berdewam bikin û hemû kiryarên PYDê li asta herêmî û cîhanî belav bikin.

Lana Mihemed