Peyamnêrên Bêsînor: di sala 2015an de 110 rojnamevan hatine kuştin

Peyamnêrên Bêsînor: di sala 2015an de 110 rojnamevan hatine kuştin

Rojava News: Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor di amareke xwe de eşker kir ku di sala 2015an de zêdetirî ji  67 rojnamevan li seraserî cîhanê di dema ku bi karê xwe radibûn, hatine kuştin.

Peyamnêrên Bêsînor ragihand: “di sala 2015an de 110 rojnamevan hatine kuştin ku 67 rojnamevan di dema karê xwe de hatine kuştin. Ew jî jibilî 27 kesan ku di warê ragihandinê de kar dikirin û 7 kesên din ku alîkar bûn di karê medya de, li cîhanê hatine kuştin.”

Li gorî Peyamnêrên Bêsînor hejmara herî zêde ji rojnamevanên ku hatine kuştin, li Iraq, Sûriye û Fransa bû. Li Iraqê 11 rojnamevan û li Fransa 8 û li Sûriyê jî 7 rojnamevan hatine kuştin.

Nalîn

13:15:04