6:31:59 PM
RojavaNews: Roja Sêşemê danê êvarî, 4 rokêt li gundê Serêkaniyê an jî Kefercenê yê girêdayî navçeya Şera yê Efrînê ketin,bê ku ti ziyanên canî encambidin û tenê camên hin malên xelkê gund şikestin.
Herwiha li gorî jêderên taybet, 2 rokêt li dîwara serbazgeha Leşkeriya neçar an jî Muesker Telayie ya berê, li gundê navbûrî ketin û hat gotin ku kesekî sivî lbirîndar bûye.
Telefizyona RONAHÎ ya bi ser PYD ve jî hat gundê navbûrî û ji xelkê xwestin ku li ser telefizyona wan bêjin ku ew rokêt ji cihê şer û pevçûnên li gundewarê Ezazê dibin hatine, lê li gorî jêderên taybet rokêt ji aliyê bajarê Ezazê ve hatine cihê şer ûpevçûnan.
Topbarakirina gundê Serêkaniyê an jî Kefercenê û navenda bajarênEfrînê li cem xelkê dibin cihê gumanê ku hêzên Îslamî deverê topbarandikin ya bi rastî YPG dike.
Li aliyekî din jî, YPG ragihand ku li gundê Qîlêya girêdayî navçeya Cindirêsê pevçûn bi El-nusre re derketin, lê hi nçalakvan jî dibêjin ew gund bêtirî 12 km jisînorê bi Idlibê re dûr e û heya li gundê navûbûrî şer derkeve, divê El-Nusre derbasî Cindirê s bibe, lê ew yekjî ne bûye û tenê şer û pevçûn li derdora gundên Dêwa Dêrbelûtê derketine.
erwiha şer û pevçûnên li gundewarênEzazê di navbera GiûpênÎslamî û Ceyş El-Siwar de a nêzîkî YPG ,li derdora herdu gundên Malkiyê û Şiwarxe berdewam dibin û balafirên Rûsî berdewam gunde warênEzazêbombebarandikin.
Comerd Hemdûş
