Rojava News: Xelkê Kurdistana Sûriyê dixwzin ku sala nû, sala 2016an bibe sala yekbûna Kurdan, û Kurd êdî bibin xwedan hêzeke mezin û bi hêz da ku berevaniyê di ber xaka xwe de bike. Herwiha xelk êdî dixwazin ji êş û azarên sala borî rizgar bibin, û rûpelekî nû li Kurdistana Sûriyê bê vekirin. Derbarê tiştê ku welatiyên Kurdistana Sûriyê di vê salê de dixwazin, me ev raport amade kiriye.
Bêkes Seîd dibêje; berî her tiştekî dixwazim ku sala nû, sala yekbûna partiyên Kurdî be, ku yekrêzî bê parastin û her aliyek nakokiyên xwe bide alî, û her berjewendiya wan ya sereke ew be xizmeta doza gelê Kurd, helbet piştî cîbicîkirina vê yekê dê leşkeriya bi zorê, koçberî, îdyolojîkirina rêbazan ji holê biçe û rewş xweş bibe.Nivîskar Yûsiv Remedan wiha got:"Salên pir zehmet li ser gelê Sûriyê re derbas bû, piştî ku aliyekî tenê xwe li ser Kurdistana Sûriyê sepand û bi kêf û mezacê xwe ev dem birêve bir, û hemû rêkeftinên îmzekirî xerq kir. Lê hêj derfet li pêş wan heye ku li xwe vegerin, û rûpelekî nû destpê bikin".
Helbestvan Bavê Serbest wiha got:" Hêvîdar im ku rûpelekî nû di vê salê de vebe, ji ber ku rewşa Kurdistana Sûriyê gelekî hestiyar e, û divê Kurd xwe bikin yek, da ku deverên Kurdî biparêzin.
Şîlan Ehmed-Hesekê
11:35:34
