Rojava News: Siruşt tiştekî gelekî ciwan e, siruşt xêrûbêr e, û ji cem xwedan hatiye, herwiha bexçe ango park perçeyeke ji siruştê ye. Bexçe perçeyeke zevî ye, ku taybet bi seyran û qedandina rojên xweş ji aliyê xelkê di nava bexçeyan de. Desthilatên xwecihî yên ku serperiştiya bexçe û parkan dikin, da ku pak û bi rêk û pêk bimîne, lê îro roj li bajarê Hesekê bexçe bûne baregehên leşkerî.Bexçeyê Sewara li bajarê Hesekê wisa jê re tê gotin, îro roj tijî dîmenên leşkerî ye, ku hêzên berevaniya niştîmanî ku bi rûgirtiyan têne naskirin, û ser bi rejîma Esed ve ne. Li ser vê diyardeyê, me ev raport amade kiriye.Tamir Ehmed wiha got:" Tiştê ku em li vê bexçeyî dibînin, tiştekî xerab e, dar têne birîn û li bazarê bi buhayî têne firotin, herwiha giya tê pêlkirin û yê mayî jî tête şewtandin. Kursiyên tep têne dizîn, mirov ji dîmenên wisa bêzar dibe.
Tonî Lehdo ku xelkê bajarê Hesekê wiha derbarê vê mijarê de got:" Berya niha bexçeyê Sewra gelekî ciwan bû, ku xelk ji her deverekê xelk dihatênê, lê di roj û danekê de her tişt bi dawî bû, û bexçe bû baregeheke leşkerî, ev tişt nayê tehmulkirin, û heta niha kesî ji bo vê yekê tiştek nekiriye".
Mesûm Ibrahîm
