Medaya .. karîseteke mirovî ye

Medaya .. karîseteke mirovî ye

Rojava News: Xelkê bajarokê Medaya yê Gundewarê Şamê ev şeş meh bûn ku di bin dorpêça artêşa Esed û çekdarên Hizbullaha Libnanê de bûn. Xelk li wir ji serma û nêza dimrin.

Riyek nema û xelkê Medaya pê bang li cîhanê û civaka navdewletî nekirine, da ku bi hewara zarokên wan ve biçin û wan ji vê karesatê rizgar bikin.

Hêzên Hikûmeta Esed hewl didan bajarokê Zebedanî yê nêzîkî Medaya ji destê hêzên dijbereyê derxînin, lê nikarîbû, lewma çekdarên Hizbullaha Libnanê Medaya dorpêç kirin da ku guvaşê li malbatên wan çekdarên dijbereyê yên li Zebedanê bikin, da ku bi mercên Esed razî bibin.Çekdarên Dijbereyê neçar man bi mercên Esed razî bibin û şer rawestandin, da ku zarokên wan di bin dorpêçê de nemrin. Li ser vê mijarê Ehmed Elî got":Rejîma Esed, rejîmeke bêhemba ye di siyasetên qirêj ji girtin, dorpêçkirin û revandina sivîlan.Hêzên Esed li Medaya Şamê karîseteke mirovî pêk anîn ku hiştin xelk ji nêza bimrin".

Îmad Ebdula li ser vê yekê got:" Karasateke mirovî li wir diqewime û heta niha civaka navdewletî bêdeng e, û bi ê re nekiriye. Bila cîhan û civaka navdewletî bi erkê xwe rabin, ku bi hewara wan ve biçin û wê dorpêçê bişkînin û alîkariyên zêdetir ji xelkê re derbas bikin".

Li gor rêkeftina rawestandina şer, pêwîstbû Esed rê ji derbaskirina alîkariyan bo Medaya vekirba li hember rawestana êrişên dijbereyê, lê heta niha ti alîkarî derbasî wî bajarokî nebûne.

Alîkariyên mirovî yên NY gihişt bajarên Medaya, Fûa û Keferiya yên Sûriyê, yên ku ji aliyê komên çekdar ve hatine dorpêçkirin û xelkê wan deran ji nêz ve dimirin,lê çavdêr dibêjin ew alîkarî jî ne li gor wê karîsetê ye.

Ev 6 meh bûn ku bi hezaran malbat li wir di bin dorpêçê de ne. Berfeke zêde li wir dibare. Xelk ji serma û nêza dimrin.

Ehmed Kêtikî