Kurd ji Şamê hez dikin

Kurd ji Şamê hez dikin

Rojava News: Her mirovek li ser rûyê zemînê dijî hatiye girêdan bi cihekî bi warekî, bi teybetî ew cihê ku mirov lê mezin bûye, û wiha jî miletê Kurd ê girêdayê gundê xwe û hezkirineke mezin di dil de hatiye çandin, ji alîkî din ve dema em li rewşa Rojavayê Kurdistanê bişopînin ji salên heftêyî û heştêyî ji sedsala bûrî heta destpêka Şoreşa Azadiyê li Sûriyê sala 2011an, em dibînin ku Kurd bi rêjeke mezin û balkêş barkirin ji dever û herêmên xwe û berê xwe dane bajarên mezin li Sûriyê bi teybetî paytexta wê " ŞAM " ya jêre tê gotin " Şama Şerîf " û piştî ku hejmareke mezin ji Kurdan li Şamê akincî bûn, û rewşa wan a aborî ber bi başiyê ve diçû, nexasim piştî krîza aborî rûda û nehatina baranê li herêmên Kurdan û tê zanîn ku Kurd li ser çandiniyê dijîn, ji ber wiha Kurd xwe li Şamê dîtin. û li vir karên cor bi cor kirin, û li Şamê û gundewarên wê belavbûn û taxekî Kurdan li wir avakirin bin navê "ZORAVA" yê.

Wateya  wê hatiye ji zehmetbûna avakirina vê taxê, ji bilî taxa AKRAD a kevnar û ya rêjîma Sûriyê guhert bi navê " Rukn Elddîn " ya divegere serdema Sulatanê  Eyûbî SelahElddîn"  ku dîroka Kurdan di Şamê de kevnar e û pir şûnwar û cih û goristan dibin belge ku Kurd ji mêj de li wir jiyane, û  anha malbatên Kurd ê mezin têde dijîn û bandoreke balkêş li wir dilîstin û dilîzin, ji bilî cih û şûnwarên navdar li Şamê bi navê Kurda ne mîna : BERAMKÊ ew navê malbateke Kurd bû , QÊMERIYÊ : Vedgere ji navê keçeke Kurd ji xizmê Selahelddîn r. Şêx Xalid : Ew jî navê Şêxekî kurd bû ji bajarê Silêmaniyê hat û tekiya xwe li Şamê ava kir, ji rexekî din ve, pir gotin û peyvên Kurdî ketine ferhenga gelê Şamê de mîna: Nefer, Kirê, kar, yar ..hd.

Lê tişta balkêş ew e ku ta anha Kurdên ku ji Şamê derketine û li cîhanê belabûne bêrya Şamê dikin û hêvîdarin ku di demeke zû vegerin vî bajarî, ji ber ku hezkirineke mezin di dilê wan de heye ji Şamê re, çi kesê ku bi dehê salan lê maye, û çi kesê çend meha maye, li vir pirsek tê qadê  :Gelo ji ber çi Kurd ji Şamê hez dikin? Ev pirs ji gelekan hatiye kirin û bersiv pirbûn, hina got: Şam paytexte û Şama Feqîra ye, me xwe lê dît , û me mal lê ava kir û bi xêra wê me zarok zewicand, û hina digot : Şam ew asîmanê nû bû ji Kurdan re an ku yekemîn dever xortê me lê çav bel bûn û dinyake nû dîtin, pêrgî  şaristaniyeke mezin û berfereh bûn, ji ber ku hina ji bilî gundê xwe ne dîtibûn, û dema hatin Şamê pêve hatin girêdan, nexasim ew kesê ku li Şamê xwedê ew dan û li wir mezin bûn, û xwendina xwe li wir kirin, jibilî ku piraniya xortên me leşkeriya neçar a rêjîma Esed kirin, û bi vî bajarî ve hatin girêdan, we wiha bapîra ji mêj ve gotiye : " Şam şekir e, lê welat jê şêrîntir e".

Lê ji alîkî din ve, hina digotin: Perê Şamê ji Şamê re ne, bi teybetî xortên nûhatî, û mesrefeke mezin dikirin, hêja ye were gotin ku zincîra dirama Sûrî A navdar " Bab elhara" ku nivîskar û derhînanê wê Kurd bûn û naveroka vê zincîrê jî ji pir tiştên Kurdî ên balkêş hatin weşandin. Xweşbûna Şamê û derfetên kar û rêjeya mezin ji Kurda di Şamê de hişt hezkirineke mezin jê re hebe jibilî ku Kurd li vir karekî rewşenbîrî mezin dikirin, û zanayên Kurd û rewşenbîr xwe li Şamê girtin, mîna malbata Bedirxaniyan û Apê Osman Sebrî… hd.

Û  berhemên mezin di warê çand û huner û siyasetê de çêbû mîna Kovara HAWAR a tê naskirin ku yekemîn kovar hatiya çapkirin, sehira Şamê mezin e û pir zehmet e Kurd Şamê ji bîr bikin yane wê ji dilê Kurdan were der, û zêde ji nîvê Kurdên ku anha penaber bûne li cîhanê berî niha li Şamê dijiyan, û piştî dijwarbûna şer li  Şamê û gundewarên wê, Kurd neçar man ku koçberiyeke nû bikin ber bi bakur û Başûrê Kurdistanê ve çûn û hina ber bi welatên Ewropayê ve çûn, û li wir cî girtin, weke nivîskarê Kurd Selîm Berekat gotiye: Her Kurdek hatiye sozkirin di beşek jiyana wî de bi devereke winda bûyî.

Raid Mihemed