Tora Sûrî Şehîdkirina 1106 Sivîlan Di Heyva Bûrî De Li Ser Destê Rijêma Esed Û Rûsiya Dîkoment Kiriye

Tora Sûrî Şehîdkirina 1106 Sivîlan Di Heyva Bûrî De Li Ser Destê Rijêma Esed Û Rûsiya Dîkoment Kiriye

9:46:10 PM

RojavaNews: Tora Sûrî ya mafên mirov, diyar kir ku wê şehîdbûna 1106 sivîlên Sûriyê yên bi dest rijêma Esed û hevalbenda wê Rûsiya, di heyamê heyva çirya pêşîn ya bûrî de hatine kuştin belge kiriye.

Tora navborî, îro roja sêşemê, di raportekê de got ku 497 sivîl bi dest hêzên rijêmê hatine kuştin, di nav wan de 113 zarok û 92 jin hene, û herwiha 24 sivîl dibin lêdan û eşkencê de hatine kuştin.

Di raportê de bal hatiye kişandin ku rêjeya jin û zarokan gihiştiye 42 ℅ ji hejmara qurbaniyan, û ev rêje nîşandarek aşkera ye li ser armanckirina sivîlan ji aliyê hêzên Esed ve".

Li aliyek din û ligor heman raportê, "294 sivîl, di nav wan de 81 zarok û 48 jin" bi destê hêzên Rûsiya yên li kêlek hêzên Esed şer dikin hatine kuştin.

Herwiha raportê bal kişandiye ku "129 sivîl, di nav de 32 zarok û 9 jin" bi destê rêxistina DAIŞê hatine kuştin, û "sê sivîl ji aliyê aniya Fetih Elşam hatine kuştin", û "4 sivîl û di nav de jinek bi dest PYDê hatine kuştin".

Û di raportê de kuştina 15 sivîlan û di nav de 14 zarok û 11 jinan, bi destê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîka, hatiye belgekirin.

Dîsa ligor heman raportê "47 sivîl hatine şehîdkirin, di nav wan de 9 zarok û jinek heye hatine kuştin yan xenqandin di belemên koçberiyê de, yan di rûdanên teqînan de, ku Tora Sûrî ya mafên mirov nikariye nasnameya encamderan nas bike, yan ji ber ku hatine kuştin li ser destê girûpên çekdaran yên nenaskirî".

Û raportê bal kişandiye ku "bidestxistina zanyariyan li ser hejmara kuştiyan yên di nav hêzên Esed de û herwiha hejmar kuştiyan di nav çekdarên DAIŞê de, tiştekî gelekî zehmet e, û lewra bi tenê raportê amaje bi hejmara qurbaniyên sivîl kiriye, yên li ser destê sercem aliyan hatine kuştin, û ew hejmar dane berhevkirin".