Ronaldo di nav 10 futbolîstên herî serkeftî de ye

Ronaldo di nav 10 futbolîstên herî serkeftî de ye

12:35:30

 

Rojava News: Cristiano Ronaldo ku di pêşbirka Portekîz û Swêdê de list û gola sereke avêt 71 golên xwe yên tîma netewî de di nav 10 fûtbolîstên herî serkeftî de cihê xwe diparêz e.

Wek tê zanîn di pêşbirka amadekariyê yê Swed û Portekîzê de tîma netewî ya Portekîzê bi encama 3-2 biser ketibû. Cristiano Ronaldo bi gola ku di vê pêşbirkê de avêt hejmara golên xwe gihand 71an û bi vê hejmarê di nav futbolîstên herî serkeftî yên tîmên netewî de cihê xwe parast. Ronaldo di deqeya 18ê ya pêşbirkê de gola yekemîn avêt û Portekizê li hemberî Swêdê anî asta avantajiyê.

Di nav fûtbolîstên herî serkeftî yên tîmên netewî de Trinidad, Tobagolu Stern John û Ronaldo hene. Kinnah Phiri, Majed Abdullah, Kiatisuk Senamuang, Miroslav Klose jî di nav fûtbolîstên serek ên di dinê de ne.