Manchester United bû şampîyonê Ewropayê

Manchester United bû şampîyonê Ewropayê

07:42:32

 

Rojava News: Maça fînalê ya lîga Ewropa ya UEFAyê di navbera Ajax û Manchester Unitedê de hat lîstin. 

Di maça Firends Arena ya paytexta Swêd Stocholmê hat lîstin de, Manchester Unitedê tîma Ajaxê bi encama 2-0 têk bir û bû şampîyonê UEFAyê.

Berîya destpêkirina maça fînalê lîstikvanên her du tîmên Ajax û Manchester Unitedê digel alîgirên xwe yek xulek rêzgirtina qurbanîyên êrîşa roja duşemê ya Manchester Arenayê girtin.

Her du golên Manchesterê Unitedê ji aliyê Pogba û Mkhitaryan ve hatin tomarkirin.