Real Madrid bû palawanê Ewropayê

Real Madrid bû palawanê Ewropayê

13:43:18

 

Rojava News: Di çarçoveya lîstoka fînala Xula Şampiyonên Ewropayê de Real Madrîd li hember Juventusê 4-1 biserket. Bi vî awayî tîma Real Madrîdê bû yekemîn tîma Ewropayê, ku du caran serhev ev kûpa bire mala xwe.

Di Xula Şampiyonên Ewropayê de tîma Real Madrîda Îspanyayê û Juventusa Îtalyayê li bajarê Cardiffa Galê hatine pêşberî hev û di encamê de Real bi 4-1 biserket.

Du golên Real Madrîdê Ronaldo, herwiha golên din jî Casemiro û Asensio tomar kirin.

Gola Juventusê jî Mandzukic tomar kir.

Di xuleka 84ê ya yariyê de ji tîma Juventusê Cuadrado karta sor xwar.

Bi vî awayî Real Madrîdê cara 12emîn bû xwediyê kûpaya Xula Şampiyonên Ewropayê.