Ciwanekî ji Amûdê bû lîstikvanê yaneya Almanî!

Ciwanekî ji Amûdê bû lîstikvanê yaneya Almanî!

02:33:01

 

Rojava News: Lîstikvanê futbolê yê ji bajêrê Amûdê Mahmoud Dahoud bû lîstikvanê tîma navdar a Almanî Borussia Dortmund û dê bibe xwedî formeya hejmar 19.

Li gor agahdariyên di çapemeniya almanî de Dortmund ji bo kirîna Dahoud 12 milyon pêşkeşî Monchengladbach, tîma kevn a Dahoud kiriye.

Mahmoud Dahoud di sala 1996 de li Amudê ji dayik buye û jiyana xwe ya futbolê ya profesyonel di tîma Borussia Monchengladbach de destpê kiriye.

Herweha di tîma neteweyî ya almanî ya 21salî de 7 caran lîstiye.