Şampiyonê El Clasîco Barcelona!

Şampiyonê El Clasîco Barcelona!

13:18:26

 

Rojava News: Di çarçoveya Kûpaya Şampiyonên Navneteweyî de herdu tîmên îspanî Real Madrîd û Barcelona li Amerîkayê hatine pêşberî hev. Di vê yariya mezin de Barcelonayê bi 3-2 ji Real Madrîdê bir.

Tûrnûvaya fûtbolê ya Kûpaya Şampiyonên Navneteweyî ya 2017ê, ku tîmên mezin ên Ewropayê di nava xwe de dilîzin, vê carê bû qada El Clasicoyê.

Li yarîgeha Hard Rock Stad a bajarê Miami ya Amerîkayê tîmên Barcelona û Real Madrîdê hatine pêşberî hev.

Tîma Barcelona bi lez dest bi yariyê kir û di xuleka 3ê de bi gola Lîonel Messî û di xuleka 7ê de jî bi gola Ivan Rakitic bi 2-0 kete pêş.

Lê Real Madrîdê di xuleka 14ê de bi gola Mateo Kovacic û di xuleka 36ê de jî bi gola Marco Asensio bersiv da û rewş bû 2-2. Di beşa duyemîn a yariyê de, di xuleka 50 de Gerard Pique goleke din tomar kir û yarî bi 3-2 biserket.

Piştî vê encamê tîma Katalan bi 7 xalan bû şampiyonê vê tûrnûvayê.

 Kûpaya Şampiyonên Navneteweyî ya 2017ê ev cara 5emîn e tê sazkirin û yariyên wê li Sîngapûr, Amerîka û Çînê tên lîstin.